Anketa zimanê dayikê: Malbat ji bo zarokên xwe perwerdeya zimanê dayîkê dixwazin

Di anketa der barê axaftina bi zimanê dayikê ku li 14 bajaran hatibû çêkirin de diyar bû ku ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestine zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin.

Navenda Nûçeyan- Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk ji bo hînkirina “Bikaranîna zimanê dayikê, daxwazên têkildarî zimanê dayikê û meylên welatiyan” di navbera 27’ê Cotmehê û 3’ê Mijdarê de li Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdirê li qadê lêkolîn kir.

Di vê çarçoveyê de bi 2 hezar û 443 kesan re bi rêbaza hevdîtina rû bi rû anket hat amadekirin. Ji sedî 49,9’ê beşdaran zilam û ji sedî 50,1 jî jin bûn. Ji beşdaran ji sedî 85,2 gotin ku ew Kurd in, ji sedî 9’an gotin tirk in, ji sedî 4,3’yan gotin Ereb in, ji sedî 0,2’yan gotin Ermen in û ji sedî 0,2’yan jî gotin ku ew Suryan in. 

Ji sedî 60,8’ê beşdaran gotin ku di nava malê de bi Kurdî, ji sedî 26,2’yan gotin bi Tirkî, ji sedî 9’an jî gotin Kurdî û Tirkî bi qasî hev, ji sedî 2,9’an gotin bi Erebî, ji sedî 0,9’an gotin ku bi Azerî, ji sedî 0,2’yan gotin bi Suryanî, ji sedî 0,1’an jî gotin di nava malê de bi Ermenî diaxivin. Dema pirsa temen û koma dahatê li ber çav tê girtin, herî zêde welatiyên di ser temenê 54 de bi Kurdî diaxivin, piştre jî kesên temenê wan di navbera 18-32’yê de diaxivin. Her wiha piraniya kesên bi tirkî diaxivin jî kesên temenê wan di navbera 33-40 de ne. Di heman demê de hat tesbîtkirin ku di nava Kurdan de her ku dahata malbatê zêde dibe axaftina zimanê Kurdî kêm dibe û axaftina bi tirkî zêde dibe.

Ji sedî 70 Kurd li malê bi Kurdî diaxivin

Ji sedî 70,9’ê beşdarên ku xwe weke ‘Kurd’ pênase kirin gotin ku di nava malê de bi Kurdî diaxivin. Ji sedî 19,2’yan gotin ku bi Tirkî diaxivin û ji sedî 9,8’an jî gotin ku Kurdî û Tirkî bi qasî hev tên axaftin. Ji sedî 20’ê kesên xwe weke ‘Suryan’ pênase kirin û ji sedî 3,2’ê xwe weke tirk pênase kirin û ji sedî 1,9’ê kesên xwe weke ‘Ereb’ pênase kirin gotin ku li malê bi Kurdî diaxivin.

Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê tê kirin

Ji sedî 86,7’ê beşdarvanên anketê gotin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. Ji sedî 4,2’yê beşdaran gotin ku ew perwerdeya bi zimanê dayikê naxwazin û ji sedî 9’ê beşdaran jî diyar kirin ku zarokên wan bi zimanê dayikê tên perwerdekirin.

Dema daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û rewşa sosyo-ekonomîk a beşdaran didin ber hev jî; her ku dahata malbatan kêm dibe daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê zêde dibe. 

Ji sedî 62,9’ê beşdarên xwe weke ‘kurd’ pênase dikin gotin ku metirsiya herî mezin a li ser zimanê kurdî ew e ku ‘malbat bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin’, ji sedî 14,6’an gotin kul ‘nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê’, ji sedî 9,5’an gotin ku ‘koçberiya ber bi bajaran ve’ û ji sedî 8’an jî gotin ku ‘tunebûna statûya qanûnî’ ye.

Ji beşdarvanan ji bo parastin û pêşvebirina zimanê dayikê 5 pêşniyar hatin pirsîn. Li gorî bersivên hatine dayîn; ji sedî 28,4’ê beşdaran pêşniyara ‘perwerde/hînkirina bi zimanê dayikê’, ji sedî 26,9’an ‘Divê statûya qanûnî/makeqanûnî hebe’, ji sedî 21,4’an ‘divê weke zimanê fermî were qebûlkirin’, ji sedî 8,2’an ‘divê malbat zimanê dayikê nîşanî zarokên xwe bidin’ û ji sedî 4,3’ê beşdaran jî pêşniyara ‘divê zimanê dayikê di her qadên jiyanê de were mîsogerkirin’ kirin.