Endamên TAJÊ: Rizgarkirina Şengalê tolhildana hemû şehîdên fermanê bû

Bi wesîleya salvegera 8’emîn a rizgarkirina Şengalê, endamên meclisa TAJÊ nêrînên xwe anîn ziman û li ser wate û girîngiya rizgarkirinê gotin ku berxwedana Şengalê bûye hîmê bingehîn ew ê xwe li ser bi rêxistin bikin û dê plana qirkirinê neçe serî.

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Şengal-DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi awayekî hovane êrîş bir ser gelê Êzidî. Jin, mêr, kal, pîr û zarok bi hezaran kes qetilkirin û revandin. Bi sedhezaran jî ji cih û warê xwe koçber bûn. Di serî de jinên Êzidî û tevahî civakê êşên mezin di vê fermanê de kişandin. Deh sal di ser fermanê re derbas bûne lê hê jî aqubeta bi hezaran kesî nayê zanîn. Di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal bi berxwedaneke dîrokî hat rizgarkirin. Bi vê berxwedanê bersiva herî manîdar û dîrokî ji fermanê re hat dayîn.

Berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê li Şengalê 11 mehan berdevam kir û şerekî bêhempa li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin. Di pêşengiya gerîlayên jin YJA-Star, HPG, YPJ-YPG û şervanên yekîneyên Êzidxanê de Şengal di 13’ê Mijdara 2015’an de hate rizgarkirin.

Bi boneya salvegera 8’an a rizgarkirina Şengalê endamên meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Nafiye Şingalî û Neam ji ajansa me re axivîn û rizgarkirina Şengalê li tevahî jin, gelê Êzidî pîroz kirin û berxwedana ku 11 mehan hat meşandin silav kirin.     

‘Şengalê bi qehremanî û xwîna şehîdan hat rizgarkirin’

Endama tevgera azadiya jinên Êzidî Nafiye Şingalî anî ziman ku wan weke jin û civaka Êzidî di fermana 2014’an de êşên me mezin kişandine, heta îro jî wan êşan ji bîr nekirine û wiha behsa rizgarkirina Şengalê kir:“13’ê Mijdarê roja mizgîniyê bû. Roja xilasbûna ji çeteyên hov DAIŞ’ê bû. Roja tola hemû şehîdên fermanê bû. Dema çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengalê PDK’ê û hêzên Iraqê yên li Şengalê tev reviyan. Qaşo li ser navê parastina Şengalê û civaka me diman lê roja fermanê Şengalê bi dest çeteyan de berdan. Em ê tu carî vê tişta hatiye serê me ji bîr nekin. Şervanên ku bi hewara me ve hatin şervanên Rêber Apo bûn. Wan şervanan li Şengalê li ber xwe dan, gelê me ji fermanê xilas kirin. Şengal bi xwîna sedan şehîdan hat rizgarkirin. Her şervaneke azadiyê ji cihekî cuda yê Kurdistanê bû lê wan bi fikra Rêber Apo berê xwe dan Şengalê û em parastin. Em îro bi saya ked, û fedakariya wan şervanan û bi saya şehîdên xwe li Şengalê bi awayekî azad dijîn û têkoşîna xwe dimeşînin. Me li ser fikra Rêber Apo hêza xwe ya cewherî û hêzên Êzidxanê ava kir. Ev ji bo me watedayîna herî mezin û dîrokî ye.’

‘Heta ku DAIŞ bê darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Endama TAJÊ Neam Xidir jî axivî û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ez di serî de rizgarkirina Şengalê li tevahî jinên Êzidî û gelê me û tevahî Kurdistanê pîroz dikim. Li hemû kesên me û jinên ku hê jî aqûbeta wan nayê zanin pîroz dikim. Fermana ku bi serê civaka me de hat wê tu jin û gelê me tu carî ji bîr neke. Cîhan hemû bû şahidê hovîtiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi serê civaka me û jinên me de anî. Lê hîna jî DAIŞ’î yan ku ferman bi serê me de anîn nehatiye darizandin. Divê DAIŞ’ê û hêzên pê re hevkarî kirine werin darizandin û cezayê heq kirine were dayîn. Em vê xemsarî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî kiryarên DAIŞ’ê bi tundî şermezar dikin û weke jin û civaka ku di fermanê re derbas bûye qebûl nakin. Em ê her dem li pey hesabpirsîna çeteyên DAIŞ’ê bin.”

‘Rizgarkirina Şengalê ji nû ve vegera li xaka pîroz bû’

Neam Xidir di dawî de hest û kêfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina Şengalê anî ziman û wiha got; “Piştî Şengal rizgar bû, me wekî jin û civak, xwe ji nû ve li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kir. Em bûn xwedî îrade û hêzeke mezin a parastinê. Rizgarkirina Şengalê gaveke dîrokî bû. Eger em di roja îro de bi awayekî azad dijîn ev bi saya keda şehîdan e. Bi saya berxwedan û qehremaniya bi hezaran şervanên azadiyê ye. Em wê demê 9 rojan li çiyayan man. Ên ku bi hewara me ve hatin em tu carî wan ji bîr nakin.  Ji ber ku wan em ji fermanê rizgar kirin. Gerîlayên azadiyê kedeke mezin di ber me de dan, wê civaka me heta hetayê behsa wê bike û tu carî ji bîr neke. Em jî divê îro xwedî li berxwedana wan derbikevin û ji wan re bibin palpişt. Ew di roja îro de jî li çiyayên Kurdistanê ji bo parastina me û tevahî Kurdistanê şerê hebûn û azadiyê dimeşînin. Em dizanin li ser her bihusteke axa Şengalê keda şehîdên me heye û xwîna wan li ser rijiya ye. Ev ji bo me pîroziya herî mezin e. Em bi xwedîderketina li şehîdên xwe di roja îro de dikarin Şengalê biparêzin û jiyana azad ava bikin. Ez careke din roja rizgarkirina Şengalê li tevahî gelê xwe û bi taybetî li jinên Êzidî pîroz dikim û berxwedana şervanên azadiyê silav dikim.’