Îsraîlê avahiya polîklînîk a Nexweşxaneya Şîfayê bombebaran kir

Îsraîlê vê carê jî li Xezaya ku di bin dorpêçê de ye avahiya polîklînîk a Nexweşxaneya Şîfayê bombebaran kir. Hat ragihandin gelek kesên ku di navbera wan de zarok jî hene hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîl avahiya polîklînîk a girêdayî Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezayê bombebaran kiriye û li gorî agahiyan gelek kesên ku jin û zarok di navbera wan de hene jiyana xwe ji dest dane

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê wiha hat gotin: "Hêzên dagirker, avahiya polîklînîk a Nexweşxaneya Şîfayê bi roket û topan hatiye bombekirin. Gelek kesên ku di navbera wan de jin û zarok hene û xwe spartine nexweşxaneyê mirin û birîndar bûn.”

Dîmen hatin teyîtkirin

Ajansa nûçeyan Reutersê jî ragihand ku wan rastiya vîdyoya ku di medyaya dîjîtal de hatiye weşandin û jê diyar dibe ku gelek zarok mirine û birîndar bûne teyît kirine. Îsraîlê jî têkildarî dîmenan heta niha tu daxuyanî nedaye.

Sivîl hatin hedefgirtin

Li aliyê din hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê komeke Filistîniyan di ketina bajaroka Huza yê Şerîda Xezayê hedef girtiye û di êrîşê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê, di êrîşên Îsraîlê de 4 hezar û 412 jê zarok, 2 hezar û 918 jê jin, 10 hezar û 812 Filistînî hatine qetilkirin, 26 hezar û 905 kes jî birîndar bûne. Li Şerîaya Rojava û Qudusê jî hêzên Îsraîlê û Yahûdiyên ku lê bi cih bûne, 182 Filistinliyan qetil kirin.