Li dijî tecrîdê li Hesekê konê çalakiyê hat vedan

Şêniyên Hesekê di çarçoveya pengava “Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkir konê çalakiyê vedan.

Hesekê – Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir agahî jê nayê girtin. Malbat û parêzer her hefte bi rêk û pêk serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin, lê belê bi hincetên “rewşa hewayê nebaş e”, “Rewşa Awarte” serlêdan nayê qebûlkirin. Îro di bin insaytîfa gel a kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” bi daxuyaniyekê konê çalakiyê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan li taxa Mişêrfê hat vedan.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Bêrîtan Xalid ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku tavilê tecrîd bê rakirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em carek din bang li hemû civaka navneteweyî û mirovên xwedî wijdan, rmxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku zextê li vê dewleta hov û hikûmeta sûcdar Erdogan bikin ku Rêber Abdulah Ocalan azad bikin. Bi hêviya dengê û daxwaza me bê bihîstin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Rêber Apo , Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Paşê gelê navçeyê û beldayên Hesekê derbasî bin konê çalakiyê bûn.

‘Tecrîd felsefeya azad hedef digre’

Berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa tekez kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdek li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye û wiha anî ziman: “Hemû bûyerên ku di roja me ya îro diqewmin bi rewşa Serokatî ve girêdayî ye. Hedefgirtina jinan, êrîşên ku li ser binsaziya herêmê û kiryarên li dijî şoreşa me berdewama komploya li ser Rêber Apo ye. Bi van êrîşan dixwazin rê li ber felsefeya wî ya azad bigrin. Lê em dibînin îro felsefeya wî wekî çemekî diherike û li tevahî cihanê belav dibe. Em wekî tevgera jin emê heya dawî li berxwe bidin heya am bighêjin azadiya fîzîkî a Rêber Apo.”

Bernameya roja yekem a konê çalakiyê bi sinevîzyona li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û semîneran bi dawî bibe.

Konê çalakiyê dê hefteyek dewam bike.