RJAK: Dewleta Tirk bi heman hişmendiyê êrişî Şengalê dike

Rêxistina Jinên Azadixwaziya Kurdistanê (RJAK) bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser civaka Êzidî daxuyaniyek da. RJAK’ê bal kişand êrişên qirkirinê yê çeteyên DAIŞ’ê û da zanîn ku heman feraseta qirkirinê îro dewleta Tirk pêk tîne.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Jinên Azadixwaziya Kurdistanê (RJAK) bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxê ya sala 2014’yan a li ser Şengalê pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal hak kişandin li ser pergala Rêveberiya Xweser a ji bo gelên heremê jî bûye mînak û hat gotin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yê li ser Şengalê heman hişmendiya qirkirina civaka Êzidî dimeşîne.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên cîhanî û hin hêzên neteweperest ên herêmî ku dixwazin hegemonya xwe li Rojhilata Navîn berfireh bikin, bi siyaseta şerê olî û mezhebî dixwazin di navbera gelên herêmê de projeya parçekirina neteweyan pêk bînin. Ji bo vê yekê jî qirkirina gelê Kurd kirine armanca xwe a yekem. Bi taybetî jî civaka Êzidî ku gelê herî kevnar ê herêmê ye, bi baweriya xwe jiyan dike û kariye nasname û çanda xwe biparêzin, ji ber wê rastî komkujiyan tên.

Piştî ku Şengal ji aliyê şervanên YJŞ û YBŞ’ê ve hat rizgarkirin û bûn alîkar da ku bi hezaran jin li malbatên xwe vegerin û sîstema xwerêveberiyê ji aliyê gelê Şengalê ve hat avakirin, rêxistineke xurt bi pêşengiya jinan pêkhat, bû mînaka berxwedaniya herî diyar a herêmê.

Karîne bibin mînaka jina azad ku hemû cîhan pê serbilind be. Êrişên li ser Şengalê îro bi heman hişmendiyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve berdewam dike. Berxwedaniya gelê me û hemû pêkhateyan pêkanîna projeya netewa demokratîk bersiva herî mezine ji bo dijminan. Em wek RJAK carek din şehîdên 3’ê Tebaxê û hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtinin û ji bo azadiya jin, civak û gelê me soza xurtkirina têkoşînê didîn.”