Li Îranê ji ber qirêjiya hewayê perwerde hat rawestandin

Li bajarê Meşheda Îranê ji ber qirêjiya hewayê perwerdehî hat rawestandin û hat diyarkirin ku heta ku hewce nebe dernekevin derve.

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Rewşa Lezgîn a pîsbûna hewayê ya parêzgeha Xorasanê ji ber qirêjiya hewayê ya Meşhedê ya navenda parêzgeha Xorasana Rezewî ya li bakurê rojhilatê Îranê duh daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dibistan û jûreyên werzîşê yên bajarê Meşhedê betlane ne û heta ku pêwîst nebe dernekevin derve, bi taybetî ji bo nexweşên dil û nefesê. Ji bo kesên ku neçar in derkevin derve hate şîret kirin ku maskan bikar bînin. Hate tomarkirin ku qirêjiya hewayê di asta 302 mîkrogram/metrekup de ye.

Ji aliyê din ve bahoza qûmê ya ku duh li Meşhedê bi bandor bû jî bandoreke neyînî li jiyanê dike. Ji ber bahoza qûmê hin seferên trênê hatin betalkirin.