Gendelî, qedexe, nakokî: Zarokên Afgan bi salan ji xwendinê bêpar man

Li parêzgeha Wardak a Afganîstanê, gendeliya hikûmeta berê, qedexe û zextên Talîbanê û pevçûnên ku berdewam dikin zarokan ji xwendinê dûr dixe.

BAHARÎN LEHÎB

Maidan Shahr - Her çend parêzgeha Wardak a Afganîstanê di warê dahata aborî ya ji kanzayan de baştirîn parêzgeh e, lê xelk di nav depresyonek giran a aborî û xizaniyê de ne. Beriya ku Talîban di 15ê Tebaxa 2021ê de desthilatê bi dest bixe, 20 sal in ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dagir kir.

Çarenûsa pereyên ku ji bo dibistan û mamosteyan hatine komkirin ne diyar e

Di vê demê de fesadiyek mezin hebû ku îro jî didome. Di navbera rayedarên dewletê yên wê demê û DYE’yê de pereyên gel hatin îxrackirin. Niha jî Talîban heman polîtîkayên gendeliyê didomîne. Rayedarên dewletê yên serdemê bi soza avakirina dibistanên nû û tayînkirina mamosteyên nû çavkanî kom kirin. Ji ber ku dibistan nehat avakirin, mamoste jî nehatin tayînkirin. Çarenûsa pereyên hatine komkirin ne diyar e.

Ji ber pevçûnan zarok nehatin şandin dibistanê

Zarokên ku di serdema Talîbanê de ji ber qedexe û zextan ji perwerdeyê bêpar mabûn, ji ber polîtîkayên qirêj berê nedikarîn perwerdeyê bibînin. Ne tenê gendelî û qedexe perwerdehiya zarokan asteng dike. Zarokên li herêma ku em pê re axivîn gotin ku ji ber pevçûnên di navbera Talîban û leşkerên hikûmeta berê de gelek caran dest ji dibistanê berdane. Zarokan gotin, “Rêya dibistanê dirêj bû, her ku em diçûn û vedigeriyan em rastî pevçûnan hatin. Gelek malbatên me neçar man ku wan ji dibistanê bigirin ji ber ku em ditirsiyan."

Zarok jî bi kêfxweşî dibêjin ku mamosteyên dildar li malê ders didin keçên xwe.