Leyla Arzû: DAIŞ yekem car li Mexmûrê têk çû

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê di 9’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser wargehê de daxuyanî dan û êriş şermezar kirin.

Mexmûr – Çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê fermanê pêk anîn, di 7’ê Tebaxê de êrişî Mexmûrê kirin. Li wargeha ku hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê çeperên xwe berdan, gerîlayên HPG û YJA-Star û Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê bersivek xurt dan êrişê û di 10’ê mehê de wargeh bi temamî ji çeteyan hat paqij kirin.

Bi boneya 9’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser wargehê şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê daxuyanî dan û êriş şermezar kirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn di kesayeta rojnamevan Denîz Firat û tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdisatanê de deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan ve hat dayîn.

‘Bîrdoziya Rêber APO lîstoka hêzên dagirker vala derxist’

Leyla Arzû Îlhan di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Rojnamevan Şehîd Deniz Firat û şehîdên Tegera Azadiyê de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîranî û wiha got: “Ev 9 sal li ser lîstokên hêzên dagirker ku xwestin bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser Rojhilata Navîn, gelê Kurd taybet jî xeta Rêber APO êrişek hovane pêkbînin re derbaz bû. Xwestin ku Rojhilata Navîn di taritiyê de bihêlin, em dizanin çeteyên DAIŞ’ê encama projeya Rojhilata Navîn ya bi destê hêzên desthilatdar hatibû çêkirin û bi hevkariya hêzên herêmî da bikarin careke din civakê bixin nav qirkirinê de ye. Lê xeta Rêber APO ya ku li Rojhilata Navîn û Kurdistan pêşdiket, ev lîstoka hêzên dagirker vale derxist. Hêzên dagirker û hegemon yên cîhanê nekarîn bi lîstokên xwe yên qirêj Rojhilata Navîn bixin bin bandora xwe de.”

‘Cara yekemîn DAIŞ di Mexmûr de hat têk birin’

Îlhan de diyar kir ku xelkê wargeha Mexmûr bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzên dagirker têkbir û got: “DAIŞ’ê bi hêza sîstema desthilatdar karî ewqas bi hêz û berfireh bibe. Lê hat dîtin carek din li Mexmûr, Şengal, Rojavayê Kurdistan û Kerkûk civaka ku xwe bi fikrê Rêber APO rabûne û xwe rêxistin kirine karîn van çeteyên hov yên ku hêzên cîhanê jê ditirsiyan bin bêxin. DAIŞ’ê bi êrişa li ser Mexmûrê xwest ku di kesayeta wargeha Şehîd Rustem Cudî de li ser herêmê xwe bike desthilatdar û bi zîhniyeta xweya qirêj hemu civakê teslîm bigre. Lê xelkê wargeha Mexmûr bi hêza ku ji Rêber APO û gêrîlayên azadiyê girtine cara yekemîn DAIŞ di Mexmûr de têk birin û ev bu bingehek ji bo têk birina DAIŞ’ê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.