Rîma Îsa: Bi Şoreşa Rojava re jinan bersivek baş dan dijminan

Ji koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa da zanîn ku mafên jinan di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin û got ku li gel dewletan mafên jinan tenê li ser kaxizan in lê li Rojava di hemû warên jiyanê de bi rêgez û prensîb hatine diyarkirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rojavayê Kurdistanê di nava çend salên dawî de mohra xwe li gelek rojên ku bûn malê dîrokî da. Bi şoreşa 19’ê Tırmehê re bi pêşengiya jinan di her warî de mezin bû, bi navê ‘şoreşa jinan’ hat nasîn. Jinên ku beşdarî şoreşê bûn, dikaribûn mohra xwe li şoreşê bidin û ji bo parastina nirxên vê şoreşê xwe birêxistin bikin, asta zanîna xwe û ya civakê bi pêş bixin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî cîhanê di bin felsefeya Jin, Jiyan Azadî de bilind bû. Berdevka Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa tecrubeya xwe ya di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vegot.

Rîma Îsa a dayika 4 zarokan e ji despêka şoreşê ew û zarokên xwe bi hezkirin tevli nava xebatên şoreşê bûne. Rîma û zarokên xwe di despêka de xebatên ciwana kirine, piştre karê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê berdewam kir, di Rêveberiya Kongra Star a navçe, bajar de xebitiye û niha jî Berdevka Kongra Star a Kantona Hesekê ye.

‘Dema dewlet tê gotin maf winda dibin’

Rîma Îsa bal kişand ser tevlibûna nava yekitiya jinên Sûriyeyê di sala 2000’î de û wiha anî ziman: “Min 7 salan di Yekitiya Jinên Sûriyeyê de cih girt. Di wê yekitiyê de min mafên jinan nedît. Tenê jinan fêrî dirûtin, karên destan û her wekî din dikirin. Lê rojekê behsa mafên wan nedikirin. Rojekê jin rastî şîdetê bihatana kes xwedî li wan dernediket. Min hewl dida ruhê ku jin xwedî li hev derkevin ava bikim lê rê li pêşiya min digirtin û digotin nêzî karên siyasî nebin. Ez bi navê Kurdan tevli wê yekitiyê bûm, Aşûrî û Ereb jî hebûn lê bala min kişand ku girîngî nedidan cihên Kurd û Aşûriyan. Her dem berê me didan qadên pêkhateyên Ereb û ji bo pêşxistina karê dirûtinê, mûnet, kar û xebat didan meşandin. Heya di vî alî de nijadperestî li pêş bû. Ez her dem difıkirîm Yekitiya Jinên Sûriyeyê li ser çi bingehê ye? Mafên jinan li gel dewletê tenê şeklî û nivîskî ye. Ez fêr bûm ku li ba sîstemên dewletan maf tune ye ya girîng berjewendî ne. Dema ku dewlet tê gotin maf, wekhevî, demokrasî, azadî û yekitî tune dibe.”

‘Di şerê şikandina hişmendiya mêr de gaveke baş avêt’

Rîma Îsa wiha behsa tevlibûna xwe ya nava qadên şoreşa jinê kir û got: “Şoreşa Rojava şoreşeke li dijî koletî, tundî, zilm û bêmafiyê hat pêş ket. Ji bo wê bi hezkirin û eşqekî mezin bi zarokên xwe re tevlî nava xebat bûm da ku em bikaribin armancê vê şoreşê pêk bînin. Dema min felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan nas kir, wê demê min got gerek em bi hemû îradeya xwe tevli nava qadên şoreşê bibin û hemû tiştên giranbuha pêşkêşî şoreşa xwe bikin. Min jî li ser vê bingehê zarokên xwe mezin kirin û tevli nava qadên şoreşê kir. Di demeke ku kar û xebat zehmet bûn û zexteke mezin ji aliyê rejîm û civakê ve hebû. Min û zarokên xwe di yekitiya ciwanan de cihê xwe girt. Ji bo ku em yekitiya ciwanan ava bikin û bi rêxistin bikin me şerekî dijwar li hemberî hişmendiya civakê da meşandin. Hişmendiya ku xebatê ji bo jinan şerm dibîne. Me ciwanan kom kir û bi rêxistin kir û saziya wan da avakirin. Em di şerê şikandina hişmendiya civakê ya mêr de bi ser ketin.”

‘Kongra Star guhertin rêxistinkirin û pêşxistna kesayetan esas digre’

Rîma Îsa behsa jiyana xwe ya di nava qadên şoreşê de kir û wiha anî ziman: “Piştî ku saziya ciwanan hat avakirin hat xwestin ku ez kar û xebatên xwe di nava Tevgera Civaka demokratîk TEV-DEM’ê bigrim. Nêzî 4 salan min kar û xebat tê de da meşandin. Paşê  2 salan min cihê xwe di nava Kongra Star a navçeya bajarê Hesekê de girt, di hilbijartinan navçeyan de piştî 2 salan ji bo rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê hatim hilbijartin. Her wiha kar û xebat ji bo rêxistinkirina jinan û pêşxistina hişmendiya jin û mêr hatin kirin. Rast e min gelek xebat dan meşandin lê Kongra Star ji bo min kareke cuda bû. Karekî ku hevgirtin, yekitî, perwerdekirin û rêxistinkirina civakê esas digre. Di guhertina kesayet û pêşketina hişmendiya min de gaveke pir baş hat avêtin.”

‘Pirsgirêkên heyî ji ber hişmendiya mêr in’

Rîma axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro siyasetek li ser civaka me tê meşandin siyaseta qetilkirin û tundiyê ye. Em wekî rêxistina jinan pêwîst e zanista civakê bi pêş bixin, pêwîst e her kes bizanibe heya ku jinek were qetilkirin dê pirsgirêkên civakî zêdetir bin. Pirsgirêkên ku derdikevin hemû pirsgirêkên hişmendiyê ne û ev hişmendî jî jinan dike hedef da ku civakê bike koleyê xwe lewma em ê giranî bidin xebatên perwerdeyê. Ji bo ku ev hişmendî were guhertin û hişmendiyek rast li ser bingeha hevjiyana azad were avakirin. Herikîna şoreşê ji bo tevahî jinan gav û şenseke mezin e ji bo guhertin û veguhertina civakê ye. Îro vê şoreşê li tevahî cîhanê deng vedaye û jinan di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de yekitiya xwe ava kirin û rêxistina xwe xurt kirin. Ev bersiva siyasetên qirkirin û tunekirinê ye. Avakirina Kongra Star ji bo dijmin bersivek bû.”