Rêxistina Sara: Divê dewleta Tirk bê cezakirin

Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li ser Jinan qetilkirina jinan û bûyerên dermirovî yên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî tê kirin şermezar kir û got divê tavilê dewleta Tirk bê cezakirin.

Kobanê – Duh li Efrînê Ofa Şêx Ehmed a temenê wê 40 salî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Kantona Kobanê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina jinan û kiryarên  dermirovî yên li Efrînê rû dide, daxuyanî da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Mardiya Îsmaîl ve hat xwendin, wiha bû:

“Ji dema dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê komên çeteyên dewleta tirk ve heta niha, kiryarên dermirovî li hemberî gel û xwezaya Efrînê didomin. Li ber çavên raya giştî maf û zagonên navdewletî tên binpêkirin, mirov rûbirûyê hemû rêbazên binpêkirinê tên her wiha dar tên jêkirin û şewitandin. Çend roj berê du zarokên keç ji aliyê çeteyan ve rastî destdirêjiyê hatin, mixabin vê carê jî jina bi navê Ofa Şêx Zeyîm li mala xwe ya li Efrînê hat qetilkirin û piştre mala wê hat talankirin û herî dawî ji bo ew kes sûcê xwe veşêrin, mal şewitandin û jiyana xwe ji dest da.

‘Bi erk û rola xwe rabin’

Hat payîn ku di heman avahiyê de çeteyê koma Mihemed El-Fatih ê ku serçeteyê bi navê Dogan Silêman birêve dibe, dijî û ev kom bi binpêkirina xwe ya ji malên niştecihên Efrînê yên resen û revandina wan tê naskirin. Ev cînayet û sûcê ku li Efrîna dagirkirî pêk hat, yek ji hezaran bûyerên li Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî ye. Ji lewre em weke Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan li kantona Kobanê, vê bûyerê û tevahî kiryarên li ser jinan ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve pêk tên, bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li rêxistinên navdewletî yên hiqûqî û mirovî dikin ku bi rengekî lezgîn bikaribin rola xwe di rawestandina kiryar û binpêkirinên li herêmên dagirkirî de bilîzin.”

‘Divê dewleta Tirk bê cezakirin'

Di dawiya daxuyaniyê de bal li ser kiryarên ku heya niha li Efrînê rû dane hat kişandin û wiha hat gotin: “Heya niha her cureyên êrîş li ser gel tê kirin weke qetilkirin, revandindestdirêjî û qutkirina daran guhertina demografîk. Dewleta tirk a ku qaşo herêmeke bi awle ava dike, herêma Efrîna talan kir. Jina ku duh ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin û mala wê hat talankirin û şewitandin yek ji şêniyên Efrînê bû. Em wek jin dewleta tirk şermezar dikin divê dewleta tirk were cezakirin ji ber ku ev ne cara yekemîn e jin bi hovane tên qetilkirin."