Ji ber krîza aborî li Îranê gel nikare nan peyda bike

Krîza aborî ya li Îranê bandorê li gelek aliyên jiyanê dike. Gel ji ber krîzê nikare nan peyda bike.

LARA GOHERÎ

Mehabad – Gelê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi qeyrana aborî re rûbirû ne. Edî li welat rewş hatiye wê astê ku gel nikare pêdîvîyên xwe yê sereke jî pêk bînin. Ji ber polîtîkayên hikumeta Îranê ya derve û hundir teyîsandina xwe li ser aboriyê dike û fature li ser gel tê birîn. Her çendî hikumet der barê vê de wek tu pirskirêk nîne bide xuyakirin jî li kolanan gel hemberê wê rewşê bi hêrs û fikarin. Yek jî krîza aborî herî zêde bandor bûye nanpêşxan in. Xwediyên nanpêjxaneyan diyar dikin ku edî nan bi kîloyan tê firotin û hatiye vê astê xelk li ser nan şer dikin.

‘Nan nagihîje gelek kesan’

Cemîle M. bi hevjînê xwe re li Mehabadê nanpêjxaneyê bi rê ve dibe û der barê kotaya ar û pirsegirêkên nanpêjgehê de wiha dibêje: “Ev ne cara yekem e ku kêmbûna nan û ar heye, par jî heman pirsegirêk hebû lê di biharê de ji ber ku rewşên dabeşkirina ar hatin guhertin, me 100 tûr ar distand. Îsal em 50 torbe ar digirin û her deh rojan carekê kotaya ar tê guhertin. Ji ber ku li gorî zagona nû her çiqasî xelk zêdetir ji bo kirîna nan qertan bi kar bîne, li gorî wê yekê kotaya deh rojan tê diyarkirin. Lê rastî ev kotaya arê nanpêjgehê dibe sedema kêmbûna nan û nebûna danûstandinan. Niha ji ber ku arê me têr nake em ji rojên berê derengtir dest bi kar dikin û lêztir karê xwe diqedînin û nan nagihîje gelek kesan.

‘Kesên xwedî qert dikarin nan bigrin!’

Cemîlê M. ya dibêje ew dikarin nan bidin kesên qerta wan a bankayê heye wiha didomîne: “Em dikarin 30 nanan bidin her kesê ku qerta banqayê bi xwe re tîne û hin rojan em neçar in ji bo nan bigihîje hemû kesan hejmarê nanan ji hemû kesî re kêm bikin. Ev kêmbûna ar ji bo her cureyê nan, ne tenê ji bo nanê tenin an jî sengekê ye. Kirîna nan ji aliyê hinek kesên temenê wan zêde ye bi qerta banqeyê pir zehmet e lê hikûmet nahêle em nan bi pere bifiroşin. Xelkên ku ji kêmbûna nan nerazî ne, nîqaşa rewşên ecêb ên firotin û kêmbûna nan dikin. A herî ecêb jî firotina nan bi awayê kîlo ye. Ji ber buhabûna ar û tunebûna kotayê ya ji bo nanpêjxaneyan e. Di enflasyona ji %70 de dîsa jî neçar in nanekî bi nirxê kotaya 330 Tumenî û bi nirxê 1300 Tumenî bi heman buhayê par bifroşin.”