Kongra Star dest bi amadekariyên projeya “gundên model” kir

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd a ku ji bo bicihanîna biryara "gundê model" a li kantona Hesekê, bi nêrînên jinên gundên ku serdana wan kiribûn dest bi amadekariyan kir, got: "Jin dê bi biryar û baweriyeke li pêşerojê binêrin."

DELAL REMEZAN

Hesekê – Koordînasyona Kongra Star ku li Kantona Hesekê xebatên xwe yên weke başkirina şert û mercên jiyanê yên jinan, alîkarî û hevgirtin, wekheviya zayendî, aborî û bilindkirina hişmendiyê didomîne, vê carê jî xwe amade dike ku gundên model ava bike.

Kongra Star dest bi amadekariyên avakirina gundên model ku yek ji biryarên 9’emîn konferansa ku li Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxistin kir. Bi gundên model ku dest bi amadekariyên wê hatine kirin re, armanc dike mîrata çandî û dîrokî ya li ber windabûnê biparêz e û her wiha ji jinan re derfetan ku aboriya xwe ya serbixwe biafirînin, ava bike.

'Jin dê bi bawerî li pêşerojê binêrin'

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd behsa gundên model ên ku Kongra Star wê di demên pêş de ava bike kir. Rîma Mehmûd diyar kir ku projeya gundên model yek ji biryarên konferansa Kongreya Star a 9’emîn e û wiha got: “Li gundên model dê çandinî û ajalvanî bê pêşxistin, derfet ji jinan re bê dayîn ku aboriya xwe ya serbixwe misoger bikin, jin bêyî hewcedarî kesekî bibin dê pereyê bi dest bixin û jiyana xwe bidomînin. Dê jin zêdetir bi biryar bin û bi bawerî li pêşerojê binêrin. Her wiha em armanc dikin bi vê projeyê re jiyana komûnal biparêzin.

'Em ê gel teşwîqê vegera li ser axên xwe bikin’

Rîma Mehmûd da zanîn ku dê li hemû navçeyên Kantona Hesekê û bi taybet li Dirbesiyê, Şedadê û Holê gundên model bên vekirin û diyar kir ku ew herî zêde jî gundên ku koçberan dişînin dikin hedef. Rîma Mehmûd wiha got: “Em ê gel teşwîq bikin ku vegerin ser axa xwe. Li van gundan dê xebatên hişyarkirina jinan, kursên xwendin û nivîsandinê, dibistanên perwerdeyê, projeyên çandinî û ajalvanî bên pêkanîn. Dê kooperatîfên ku jin û civak bi hevkariya bimeşînin bên vekirin.”

'Me ji bo avakirina gundê model nêrînên jinan girt'

Rîma Mehmûd a têkildarî serdana xwe ya li gundan agahî da, wiha got: “Em bi gelek jinan re nîqaş kir û di van serdanan de me bi nêzî hezar û 500 jinan re axivîn. Me nêrînên jinan girt û pêdiviyên wan ên ji bo avakirina gundê model diyar kirin. Ji bo avakirina gundê model jî zehmetiyên ku em pê re rû bi rû man hene. Li gelek gundan pirsgirêka ceyran, ava vexwarinê û karîzê heye. Nexweşxane û navendek tenduristiyê li nêzê vê tune ye. Li hinek gundan jî nebûna dibistanan pirsgirêkek girîng e. Ji bo zarokên keç nebûna dibistanan û xwendinê jî zewaca zarokan bi xwe re tîne û ev hejmar her rojzêde dibe. Kongreya Star ji bo gundên model di hemû astan de encam bidin û ji bo hemû xizmetên xwe bi ewle bike, dê di çarçoveya projeyê de bixebite.”

'Em xwedî ax û çanda xwe derbikevin’

Rîma Mehmûd der barê amadekariyên wan ên ji bo avakirina gundên model de wiha got: “Niha em ji bo li navçe û gundan civînan bikin, ji bo dîtina cihên vekirina dibistan, akademî û projeyên aborî û bê kêmasî avakirina bingehê gundên model amadekarî dikin. Em bang li malbat û bi taybetî jinan dikin ku vegerin gundên xwe, li vir xebat bimeşînin û di her aliyê de xwe bi pêş bixin. Werin em li her cihê ku gund û jin lê hene xwedî li ax û çanda xwe derbikevin. Ger ev hemû pêk bên dê ahengek civakî jî pêk were."