Jina 76 salî ku gotin miriye, di tabûtê de hişyar bû

Li Ekvadorê jina bi navê Bella Montoya 76 salî ku hatibû ragihandin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye, di tabûtê de hişyar bû. Medyaya herêmî ji bo vê bûyerê got ‘vejîn’.

Navenda Nûçeyan- Li Ekvadorê di 11’ê Hezîranê de bûyereke gelekî balkêş qewîmî. Bijîşkên nexweşxaneyê diyar kiribûn ku Bella Montoya ya 76 salî jiyana xwe ji dest daye. Lê piştî pênc saetan xizmên wê dîtin ku Montoya bêhnê distîne. Medyaya herêmî ji bo vê bûyerê got ‘vejîn’.

Roja Înê hatibû diyarkirin ku Bella Montoya li nexweşxaneyeke dewletê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê piştî ku Bella Montoya rakirine nexweşxaneyê dilê wê sekiniye û bijîşk piştrast kiriye ku wê jiyana xwe ji dest daye.