Camelia Sagadian a kurê wê hat qetilkirin rastî gefa kuştinê hat

Dayika Mihemed Hesen Turkmen ê ku di xwepêşandanên li Îranê de hat qetilkirin Camelia Sajjadian, ragihand ku ji aliyê kesên nasname wan nediyare ve rastî gefên kuştinê hatiye.

Navenda Nûçeyan – Camelia Sajadian ragihand ku ji ber dijî kiryarên rayedarên Îranê derdikeve, ji aliyê kesên nasnemevan nediyar ve rastî gefên kuştinê hatiye.

‘Ez di riya rast de me’

Camelia Saijadian di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: "Bawer dikin ku bi kuştina min dengê heqîqetê qut dibe. Bi hezaran Mihemed Hesen Tirkmen di dilê Îranê de bi cih bûn. Dê ev deng heta dawiyê bêmirin bimîne. Ez ji ber denê mazlûm û mexdûran li vir im, ji ber ku ez ji kurê xwe bêpar mam û ez hewil didim zêdetir sûcdar û qatil bisekinim. Ev gef nîşan didin ku ez di têkoşîna xwe de di rêya rast de me.”

Gelek caran rastî zextê hat

Kurê Camelia Saijadian Mihemed Hesen Turkman ê 27 salî, di 30’ê Îlona sala derbasbûyî de di xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li bajarê Babolê yê parêzgeha Mazenderanê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin. Camelia Saijadian a ku daxwaza tesbîtkirina nasnameya kujerê kurê xwe kir, ji ber ku rayedarên Îranê rexne kir, rastî gelek zextan hat.