Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bang li Talîbanê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, duh raporek weşand û bang li Talîbanê kir. Rêxistina Efûyê diyar kir ku divê rêz li mafên jin û zarokên keç bê girtin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de rêveberiya Afganîstanê desteser kir, qedexeyên ji bo jinan tên anîn berdewam dike. Ji bo jinên ku ji kar heta perwerdehiyê, ji akademiyê heta saziyên çapemenî ji gelek qadan hatine durxistin, salonên werzîşê û heta parkan jî di lîsteya qedexekiriyan de ye. Talîbanê ku her roj zextên xwe zêde dike, hewil dide bi vî riyê îktidara xwe misoger bike.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî duh raporek weşand û diyar kir ku piştî ku Talîban li Afganîstanê rêveberî desteser kir, di serî de li dijî jinan û zarokên keçan ji hemû kesan binpêkirina mafan heye û ragihand ku rêxistinê bi tepeserkirina azadiya ramanê, pergala darazê û hemû mafên din li dijî hezaran kesan îşkence bikartîne.

'Divê civaka navneteweyî piştgirî bide gelê Afgan'

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku di serî de aktîvîstên mafên jinan, hunermend, xwendekar, kêmîneyên olî û etnîkî, rojnamevan, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan, di bin metirsiyek de ne. Her wiha di rapora ku hat ragihandin ku gelê Afgnistanê bi mêrxasî li dijî tundiyê berxwe didin û hat tekez kir ku divê civaka navneteweyî jî li kêleka wan cih bigre û mafê jiyana azad, bi rûmet û wekhev bê piştgirî kirin. Di raporê de bang li Talîbanê hat kirin ku binpêkirina mafên mirovan bi rawestîne.

'Astengiyan rakin'

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ya daxwaz kir ku demildest dibistan û zanîngeh bên vekirin, xwest astengiyên li pêşiya perwerdeya jin û zarokên keç jî bên rakirin. Her wiha banga di serî de bidawîkirina sînordarkirina azadiya derbirînê û windakiriyên zorî, girtinên bi keyfî û binçavkirinên dijî hiqûqî, mekanîzmayên berpirsiyariyê yên bi bandor û zelal kir ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer bi rêya darizandina adilane edalet pêktînê bê avakirin.