Dilxwazên li Semsûrê: Dewlet dê nikaribe piştgiriya me asteng bike

Tevî hemû astengiyan jî li Semsûrê xebatên ji bo piştgiriyê zêde dibin, komên dilxwaz bi şev û roj dixebitin. Yek ji kesên dilxwaz Betul Aksu bi erdhejzedeyan re bi şev û roj di nava piştgiriyê de ye got ku ew ê ji nûve li wan deran jiyanê ava bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Di ser du erdhejên ku navenda wan Mereş bû 13 roj derbas bûn. Di erdheja ku li çend barajan bû sedema hilweşîna bi hezaran malan, roj bi roj hijmera miriyan zêde dibe. Heta niha mirina 40 hezar kesan hatiye tesbîtkirin. Kesên mane jî di nava êş û zehmetiyên mezin de ne, hewl didin bi piştgiriyê xwe li jiyanê bigrin. Ji roja destpêkê ya erdhejê ve komên dilxwaz ên li herêmên erdhejê ne, piştgiriya madî û manewî dide erdhejzedeyan.

Kesên dilxwaz çûn hawara erdhejzedeyan

Li Semsûra ku ji sedî 50’yê bajar hilweşiyaye, sê rojên destpêkê tu rayedarek dewletê neçû. Şêniyên Semsûrê diyar kirin ku sê rojan tu alîkarî negirtine û gotin ku bi saya komên dilxwaz ên hatine bajar mirov ji bin xirbeyan hatine derxistin û hinek bi ser xwe ve hatine. Her taxa ku em çûnê erdhejzede diyar dikin ku tevî bang kirine jî dewlet neçûya alîkariya wan, tenê komên dilxwaz hatine hawara me.

Tevî hemû astengiyan jî piştgirî didome

Ji aliyê rexistinên kedê û meclisên HDP’ê ve alîkariyên ku dihatin, di depoyan de dihatin bicihkirin û li erdhejzedeyan dihatin belavkirin. Bi rojan e bi sedan kesên dilxwaz ji bo alîkariyê dixebitin, tevî hemû mercên zehmet jî wan deran naterikînin. Dilxwazên ku li Semsûrê di konan de dimînin û tevahiya rojê di depoyan de dixebitin diyar dikin ku tevî hemû astengiyan jî ew ê xebata xwe bidomînin.

‘Em hem ji aliyê madî ve hem jî manewî ve li ba gel in’

Yek ji dilxwazên ku di depoyê de dixebite Betul Aksu, dibêje ku 10 roj in di nava xebatan de ye. Betul Aksu diyar dike ku ji roja destpêkê ve heta ew bi gel re di nava piştgiriyek mezin de ne û wiha didomîne:

“Ji roja destpêkê ve em li depoyan dimînin û eşyayan li gel belav dikin. Hebûna me dê hem madî hem jî manewî hêzê bide erdhejzedeyan. Bi bi piştgiriya gel xebatên xwe kir. Gel dibîne ku ji roja destpêkê ve heta niha rayedarên dewletê li herêmê nîn in. Kesên dilxwaz û gel bi hev re di nava seferberiyê de ne. Armanca me tenê belavkirina eşyayan nîn e, em di heman demê de birînên gel jî dipêçin. Ji bo mirov ji nû ve xwe li jiyanê bigrin çi ji destên me were em ê bikin.”

‘Em ê birînên xwe bi hev re derman bikin’

Betul Aksu ragihand ku mirovên li herêma erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne û berek nîşanî avêtina qeyûm a ser koordînasyonê dan. Betul Aksu wiha domand: “Em dizanin ji ber ku erdhej li başûr û rojava ye, dewletê tu alîkarî neda, mirovên li vir tenê hatin hiştin. Ji ber ku em vê yekê dizanibûn roja yekem me biryar da em berê xwe bidin van deran. Em ji wê rojê ve bi gel re di nava piştgiriyê dene. Em baş dizanin ya girîng piştgirî ye. Em ji vir li hemû komên dilxwaz bang dikin ku di serî de navenda Semsûrê em li hemû herêmên erdhejê di nava piştgiriyê de bin. Êş û birînên li vê derê em hemû bi hev re bipêçin. Ji bo em ji nû ve van deran ava bikin, çi ji destên me were em ê bikin. Ji bo gelê xwe divê em hemû derfetên xwe yên madî û manewî seferber bikin.”

Ji bo pêşî li piştgiriyê bigrin her tiştî dikin’

Betul Aksu bal kişand ku ew ê xebatên xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: “Êrîşên dewletê didomin. Beriya çend rojan qeyûm avêtin ser navenda koordînasyona krîzê ya Bazarcixê. Ji bo alîkarî û piştgiriya li vê derê asteng bikin, çi ji destên wan tê dikin. Em li vê derê jî bi tacîza hêzên ewlehiyê re rûbirû ne lê tu astengiya dewletê nikare pêşiya me bigre dê tu carî nikaribin me asteng bikin.”