Li Îran û Rojhilat serhildana gel didome

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel bê navber didomin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana gelên Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kiribû, di meha şeşan de didome.

Li Sinê, Kirmanşa, Kamiyaran, Mehabad, Banê, Bukan, Seqiz, Dehgolan, Serdeşt, Urmiye û hin bajarên din, xwepêşanderan agir pêxistin, dirûşme qîriyan û pankartên hikûmetê şewitandin û daxwaza azadiyê kirin.

Li Tehran, Amol, Hemedan, Buşehr, Îsfehan, Meşhed, Bandar Abbas, Reşt, Mazenderan, Bojnord û bajarên din xwepêşanderan li ser dîwaran dirûşim nivîsandin.

Xwepêşandêrên ku avahiyên dewleta Îranê şewitandin, belavok belav kirin û peyam dan ku heta hikûmetê hilweşînin dê çalakiya xwe bidomînin.