‘Divê li dijî şerê taybet em raya giştî agahdar bikin’
Rojnameger Medya Ghanem diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê re polîtîkayên şerê taybet zêde li ser gelan tên sepandin û li hemberî van hemû polîtîkayan pêwîst e raya giştî bê agahdarkirin.
ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Dema ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe li ser esasê demokrasî û azadiyê ji nû ve ava dikin, dibin hedefa gelek hêzên serdest û bi taybet dewleta Tirk. Medya Ghanem ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê rojnamegeriyê dike, êrîşên şerê taybet ên dewletên serwer ên li dijî gelên herêmê ji ajansa me re nirxand. Medya Ghanem, destnîşan kir ku rola çapemeniyê di eşkerekirina polîtîkayên şerê taybet de diyarker e û destnîşan kir ku divê hemû rojnameger van polîtîkayan deşîfre bikin.
'Herêma me rastî gelek êrîşan hat'
Medya Ghanem da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet ji şerên din cudatir e, ji ber ku pêwîstiya wan bi erêkirin û çekan nîn e û wiha dewam kir: “Siyaseta şerê taybet di serî de mejiyan dike hedef, lê dîsa jî em nikarin şerê taybet ji şerên din cuda bikin. Bi pêşketina teknolojiyê re, serdestan taktîkên şerê taybet dan destpêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji herêmên herî zêde rastî şerê taybet tê. Li hemberî civaka ku ev nêzî 12 sal in li vir dijî, yanî li dijî me her cure şerên leşkerî û yên din tên meşandin. Herêmên me rastî gelek êrîşan hatin. Ji tiryakê heta dûrxistina ciwanan ji çanda xwe, gelek polîtîkayên şerê taybet li dijî gelên herêmê hatin meşandin.”
'Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em hişyar bin'
Medya Ghanem bal kişand ser rola çapemeniyê û got, “Polîtîkayên şerê taybet çeka herî mezin a li dijî civakan e. Dewletên serdest bi rêya medya û torên civakî hewl didin ramanên xwe li ser girseyan ferz bikin. Polîtîkayên şerê taybet civakan ji hev dûr dixe û tune dike. Ji ber vê yekê divê em li hemberî van polîtîka û pêkanînên ku me ji cewher û çanda me dûr dixe hişyar bin û civakê li dijî şerê taybet perwerde bikin.”
'Divê em raya giştî hişyar bikin'
Medya Ghanem diyar kir ku medya di veguherandina mijarên girîng ên civakî, siyasî an aborî di rojeva giştî de xwedî roleke girîng e. Medya Ghanem herî dawî got, “Medya dikare di çareserkirina pirsgirêkên ku bandorê li jiyana civakî bike de rolek erênî bilîze. Di dema ku rejîm û desthilatdarên desthilatdar hewl didin bi şerê taybet li herêmê ku dixwazin kontrol bikin tovê panîk û tirsê biçînin, divê em endamên medyayê li hember van taktîkên şerê taybet civakê hişyar bikin. Li herêmên me şerekî taybet diqewime, erka me ye ku em pîvan û bandorên vî şerî ji gelê xwe re vebêjin. Divê em civakê ji şer biparêzin. Divê em destkeftiyên jinan ên li herêmê biparêzin."