Nasnameya 244 zarokên maxdûrên erdhejê nehatiye diyarkirin
Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay diyar kir ku hezar û 713 zarokên ku ji bin kavilan hatiye derxistin 244 ji wan nasnama wan ne diyar e.
Navenda Nûçeyan - Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay der barê erdeheja ku navenda wê Mereş e daxuyanî da. Fuat Oktay bersiva rexneyên ku dewlet roja yekem ne li cîhê erdhejê bû da û îdîa kir ku di roja yekem de cîhê bûyerê de bûn û xebatên tespîtkirina ziyanî berdevam dike. Rûxmê kesên ku li herêma erdhejê gotin "kon têrê nakin" jî Fuat Oktay da diyarkirin ku der barê mijarê hewînê de tu pirskirêk nayê jiyankirin, hejmara konan hatiye zêdekirin û daxwaz kêm bûne. Fuat oktay got “xebatên konteyner wê bidome û hejmara avakirinê gîhîştiye 6 hezarî û wê berdevamiya wê jî were.”
‘Hezar û 713 zarok ji bin kavilan hatiye derxistin’
Fuat Oktay der barê zarokên ku ji bin kavilan hatiye derxistin wiha got:” Aniha hezar û 713 zarok hene. 141 zarok teslîmê malbatê wan hatiye kirin. Li nexweşxaneyê 490 zarok tên şopandin. 82 zarok li saziyên weke malên evînê hene. Zarokên ku nasnama wan hatiye tespîtkirin 469’e û em hewl didin ku nasnameya 244’ jî tespit bikin.”