Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina Efrînê biryareke stratejîk e
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi boneya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û dewletên dagirker ên ku hevkariya dagirkeriyê dikin şermezar kir û hat gotin ku azadkirina Efrînê biryareke stratejîk e.
Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevpeymanên li ser gelê Sûriyeyê tên kirin ew ê nepejîrînin û wiha hat gotin: “Em ê ji bo gelê Sûriyeyê modela adilane û modernîteya demokratîk ava bikin.”
Di berdewamiya daxuyaniya Rêveberiya xweser de wiha hat gotin:
“Li ruxmê ku ewqas dem derbas bûye, êşên Suriyeyiyan zêde bûne. Der barê çareseriya krîza Sûriyeyê de mutabaqatek nehatiye amadekirin. Li kêleka vê jî dewleta Tirk projeya xwe ya dagirkeriya Osmanî berdewam dike. Ev proje encamên bi talûke bi xwe re aniye û bûye bingeha koçberî û hilweşinê.
Sûcên şer tên kirin
Di encama mutabaqatek aşkera di navbera dewleta Tirk û Rusyayê de beriya 5 salan îro Efrîn piştî 58 rojên berxwedaniya dîrokî hat dagirkirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê polîtîkayên qirkirinê li dijî Efrînê, bi revandina mirovan, kuştin, qirkirina xwezayê, talankirina çandê berdewam dikin. Li kêleka wê jî polîtîkayên tirk kirinê û sûcên şer tên kirin.
Demografiya herêmê tê guhertin
Dewleta Tirk a dagirker bi riya avakirina bajarokan û bicihkirina malbatên koçber ên ji derveyî herêmê, gelen wê dere bi xwe ji cihê wan derdixe. Di heman demê de qanûnên navneteweyî û mafên mirovan ji aliyê rêxistina terore bi hevkariya dewleta Tirk tên binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Ev polîtaka di demên erdehjê de jî berdewam kir. Ev felaket, rûyê çeteyan ê rast, netewperstiya wan û kîna wan a li hemberî mirovên me derxist holê.
Şehîd hatin bibîranîn û Efrînî hatin silavkirin
Di salvegera 5′an a êş û dagirkirina Efrînê de, em Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Em şêniyên me yên berxwedêr ku bi darê zorê ji warên xwe derketine û bi riya girêdana bi vebijêrka vegerê û îsrara li ser têkoşînê di kampên Şehbayê de ligel rewşên jiyanê yên zehmet li ber xwe didin, silav dikin. Tiştê li Efrîn û hemû herêmên dagirkirî pêk tên dijminatiya li dijî nasnameya Sûriyeyê û civaka wê ya pirreng e. Li hemberî vê dijminatiyê helwestên neteweyî yên Sûriyeyî yên eşkere yên nijadperestiya erdnîgarî, neteweyî û civakî tên xwestin.
Bang hat kirin ku koma lêpirsînê bişînin Efrînê
Em bang li hêzên aktîf li Sûriyeyê, NY′yê, saziyên hiqûqî û mirovî dikin ku bi awayekî cidî bixebitin û ji helwestên xwe yên şermok ên têkildarî Efrînê û herêmên dagirkirî bi dawî bikin, berpirs bin û kiryarên li Efrînê tên kirin weke qirkirina etnîkî û dagirkerî bihesibînin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku ji bo şopandina rewşa trajîk li Efrînê tîmeke lêpirsînê bişîne Efrînê, da ku hesab ji berpirsên sûcên li wir tên kirin bê xwestin.
Em hevpeymanên li ser gelê Sûriyeyê tê kirin red dikin
Rizgarkirina Efrînê ji bo me biryareke stratejîk e û em rê nadin ku li tu cihan an di tu danûstandinan de bazar li ser bên kirin. Em piştgiriya hin hêzên herêmî û Ereb ên ji bo Tirkiyeyê û projeya wê ya dagirkeriyê ya li dijî gelê me, şermezar dikin. Di heman demê de em hemû lihevkirinên di navbera Tirkiye û aliyên din de û di nav de rejîma Sûriyeyê yên li ser hesabê gelê me yê Sûriyeyê, red dikin. Em ê girêdayî pîvanên xwe yên nîştimanî û avakirina modeleke demokratîk û adilane ji bo tevahî Sûriyeyiyan bin.”