Rêveberiya Xweser jinek û 5 zarokan radestî hikûmeta Brîtanyayê kir

Rêveberiya Xweser, jinek û 5 zarokên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên xwedî nasnameyên Brîtanî, radestî hikûmeta Brîtanyayê kir.

Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro weşandiye, rojên Pêncşem û Şemiyê şandeyek ji hikumeta Brîtanyayê serdana herêmê kir. Li gorî malperê, şande ji konsolosê giştî yê Brîtanyayê yê Hêwlerê Catherine Shaw, sekreterê yekem ê kar û barên siyasî li nivîsgeha Qraliyeta Yekbûyî ya kar û barên Sûriyeyê Andy Scott û sekreterê duyem ê kar û barên siyasî li Qraliyeyê Nicola Moss û şandeya pê re, pêk dihat.

Şandeya Brîtanyayê ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robel Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ′ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

‘Êrîş rewşa mirovî xirab dikin û şêniyan neçarî koçberiyê dikin’

Robel Beho, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegotin û diyar kir ku dewleta Tirk binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê dike armanc. Robel Beho destnîşan kir ku êriş rewşa mirovî xirab dikin û şêniyan neçarî koçberiyê ve dikin.

Robel Beho, anî ziman ku DAIŞ sûdê ji êrişên dewleta Tirk digre û bang li civaka navnetweyî kir ku der barê dosyaya DAIŞ′iyên girtî û malbatên wan de erkên xwe bi cih bîne.

‘Pêkanîna biryara NY’ê ya 2254′an yekane riya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye’

Nicola Moss, pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an wek riya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û mîsogerkirina ewlehî û aştiya mayînde nirxand.

Di dawiya hevdîtinê de Rêveberiya Xweser jinek û 5 zarokên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên xwedî nasnameyên Brîtanî, radestî şandeyê kirin.