Îsraîlê bi ava behrê dest bi tijîkirina tunelên li Xezayê kir

Lijneya Giştî ya NY’ê, pêşnûmeya ‘Li Xezayê agirbesta lezgîn’ qebûl kir, hate parvekirin ku Îsraîlê Îsraîlê bi ava behrê dest bi tijîkirina tunelên li Xezayê kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên hewayî û bejayî yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Xezayê dayê dest pê kirin didome. Îsraîlê, nexweşxane û dibistanên sîvîl xwe lê spartinê hedef digre, rayedarên DYE’ê di daxuyaniya xwe rojnameya The Wall Street Journal (WSJ) de diyar kir Îsraîlê di tunelan de dest bi pompekirina ava deryayê kiriye.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 50 hezar mirov birîndar bûne; zêdetirî 18 hezar û 400 mirov jî hatine kuştin. Dema birîndar nayên tedawî kirin, karûbarên definkirinê ya kesên jiyana xwe ji dest dane jî ji ber êrîşan bi dijwarî tê kirin.

Seqetiyên nikare pêşîlêgirtin çêdibin

Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê hin pirsgirêkên ku rê li ber dermankirina birîndaran digrin belge dikin. Rêxistina alîkariyê ya astendaran a qûrewî ya bi navê "Humanity and Incusion”, ragihand ku li herêmê ji ber bikaranîna çekên teqîner amputasyon, şewat û birînên trawmatîk ên mêjî rû danê. Rêxistinê, balkişand ji ber nebûna lênihêrîna bijîşkî û dermanên êş kêmkirinê gelek mirovên me êşa nehewce dikşinin û seqetiyên demdirêj ên nikarin pêşîlêgirtin tên jiyîn.

Îsraîlê di tunelan de dest bi pompekirina ava deryayê kir

Rayedarên DYE’ê di daxuyaniya xwe rojnameya The Wall Street Journal (WSJ) de diyar kirin Îsraîlê di tunelan de dest bi pompekirina ava deryayê kiriye. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî der barê mijarê de got operasyonên tunelê veşartîne û şîrove nekir.

Malbatên rehîneyan bertek nîşan dabû

Hat diyarkirin pêvajoya pompekirina ava behrê ya li tunelan ku tê payîn bi hefteyan bidome, wê 2 pompeyên din jî li 5 pompên ku meha borî hatin bicihkirin bê zêdekirin û bi pêkanîna testên pêşîn dê bi 7 pergalên pompeyên cuda bên pêkanîn. Di qeydên deng ên hevdîtinên hefteya borî yên di navbera malbatên Îsraîliyên ku li Xezeyê ji aliyê Hamasê ve dîl hatine girtin û Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji çapemeniyê re hatin belavkirin, hat diyarkirin malbatan der barê mijarê de bertek nîşan dane û gotin tijîkirina tunelan a bi avê dê jiyana hezkiriyên wan bixe xeteriyê.

Birîndar nayên tehliye kirin

Ji aliyê din, li gorî vegotinên komek Îsraîlî ya bi navê 'Bijîşkên ji bo Mafên Mirovan ên Îsraîlî’ tenê derdora 400 nexweşên birîndar ên giran ji derveyî welat re hatine tehliye kirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, diyar kir yekîniyên Îsraîlî dema derbasbûna wesayîtên birîndar hildigrin li nuqteyên kontrolê dibe sedema dereng mayînên dirêj.

Ji 36 nexweşxaneyan tenê 11 fealiyet didin

Tevî bangên navneteweyî jî êrîşên Îsraîlê nexweşxaneyan hedef digrin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku Îsraîlê "serdegirtin” li Nexweşxaneya Kamal Advan a li bakurê Zîvala Xezayê kiriye. Wezaretê, da zanîn hêzên Îsraîlî piştî ku “bi rojan dorpeç û bombebaran kir” îro li dijî nexweşxaneyê serdegirtin pêkanî. Li gorî agahiyên rêveberiya nexweşxaneyê, nexweşxane beriya 4 rojan hatiye dorpêçkirin û di van rojên dawî de hemû yekîneyên nexweşxaneyê hatine bombebarankirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, jî ragihand ji 36 nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê tenê 11 nexweşxane fealiyet didin û ev jî bi qismî xizmet didin.

NY’ê pêşnûmeya agirbestê pejirand

Civata Giştî ya NY’ê, li Xezayê pêşnûmeyek daxwaza "agirbesta mirovahî ya lezgîn" dike û lê girêdayiyê pejirand. Zêdeyî çaran sê ya Lijneya Giştî ya 193 endamî piştgirî da daxwaza agirbestê. Biryara ku ne girêdayiyê lê xwedî girîngiyek siyasî ye û nêrîna cîhanê ya têkildarî şer nîşan dide, ji aliyê 153 endaman ve hat piştgirîkirin. Awûstûrya, Çekya, Guatemala, Îsraîl, Lîberya, Mîkronezya, Nauru, Papua Gîneya Nû, Paraguay û DYE dengê 'Na' bikaranîn. Îngilîstan, Elmanya, Îtalya, Hollanda û Ukrayna jî di nava 23 welatên bêalî man de cih girt.