Berxwedan didome: Girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de rastî binpêkirinan tên

Hat hînbûn ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Erzînganê dest bi greva birçîbûnê kirine, hatin îşkenceyêkirin û wan xistine hucreyên yek kesî. Nameyên ku nivîsandine jî bi hinceta "moral dide” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Erzîngan- Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî di roja 27’ê Mijdarê de li girtîgehan hat destpêkirin, berdewam dike. Greva birçîbûnê ya komên duyemîn dewr girt dê heta 15’ê Sibata 2024’an berdewam bike. Li girtîgehên ku greva birçîbûnê didomin gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn, hat hînbûn ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Erzînganê bi hinceta ketina greva birçîbûnê hatin derbkirin û li Girtîgeha Erziromê jî destûr nayê dayîn ku girtiyên tevli greva birçîbûnê bûne ji kantînê tiştek bikirin.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Amedê ku rojên borî serdana li girtîgehên Erzînganê û Erziromê kirin, agahiyên ku li girtîgehan bi dest xistine bi ajansa me re parve kirin. Endamên komîsyonê diyar kirin ku binpêkirin bi grevên birçîbûnê dest pê nekirine, bal kişandin ku di pêvajoya grevên birçîbûnê de mafên girtiyan zêdetir hatine xespkirin.

Girtiyên jin hatin derbkirin!

Li gorî agahiyên ji komîsyonê hatine girtin, 9 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê tên girtîn, bi daxwaznameya ku di 27’ê Mijdarê de pêşkêşî rêveberiyê kirine re ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê kirine. Polîtîkaya ku li gelek girtîgehan tê pêkanîn li vir jî tê meşandin, rêveberiyê xwest girtiyan bixin hucreyên yek kesî. Girtiyên jin ev pêkanîn qebûl nekirin, heman rojê danê nîvroyê nêzî 50 gardiyanan xwestin girtiya bi navê Dîlan Barîn a di greva birçîbûnê de ji qawîşa ku lê dima derxin. Gardiyanên ku Dîlan Barîn derb kirin û ji qawîşê derxistin, girtiyên jin ên din ku bertek nîşanî bûyerê dan jî derb kirin û bi îşkenceyê re rû bi rû hiştin. Gardiyanên ku girtiya bi navê Zeynep Topçu danîn erdê û pê li pişta wê kirin, Leyla Cuma Îbrahîm jî bi heman awayî derb kirin. Girtiyên din ên ku rojek piştî bûyerê dest bi greva birçîbûnê kirin jî bi heman awayî xistin hucreyên yek kesî.

Ji bo girtiyên ku beşdarî greva birçîbûne bûn kantîn hat qedexekirin!

Girtiyan der barê îşkenceya dîtin de gilî kirin. Hat hînbûn ku ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne tenê xwê, şekir û lîmon tê dayîn. Destûr nayê dayîn girtiyên ku hem li girtîgehên Erzîngan û Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu ya Erziromê beşdarî greva birçîbûnê bûne, ji kantînê tiştek bikirin. Hat hînbûn ku ji ber vê sedemê girtî nikarin dew bikirin û hevsengiya tansiyona xwe misoger bikin. Di nava agahiyên hatine bidestxistin de tê diyarkirin ku girtiyên di grevê de ji bilî hucreyên yek kesî, li qadekî dûrî korîdorên nêzî qawîşan tên ragirtin.

Hinceta desteserkirina nameyan: Moral dide!

Ji bilî van hat hînbûn ku hemû nameyên serlêdanê yên girtiyên jin ên ji saziyên Erzînganê re şandine jî hatine desteserkirin. Nameyên ku girtiyan di wan de îşkenceya ku li wan kirine vegotin jî bi awayekî bê hincet hatin desteserkirin, hat diyarkirin ku nameyên girtiyan ên li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Dumluya Erziromê ji Abdullah Ocalan re nivîsandine jî bêyî koda derketinê bê dayîn hatine desteserkirin. Hat hînbûn ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta “moral û motîvasyonê dide” nameyan desteser kiriye.

Binpêkirin wê bên raporkirin

Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê da zanîn ku binpêkirinên heyî rapor dikin, bang kir ku demildest dawî li binpêkirinan were. Endamên komîsyonê diyar kirin ew ê der barê bûyerên îşkenceyê de gilî bikin, diyar kirin ew ê şopdarên mijarê bin û dê di vê pêvajoyê de serdanên girtîgehan bidomînin.