‘Ji ber paşketina dozên li dadgehan jin rastî tundiyê tên’

Parêzer Guna Mecîd diyar kir ku di sala 2021’ê de 4767 û di sala 2022’an de 5533 dozên hevberdanê li dadgehê hatine tomarkirin. Di navbera sala 2021 û sala 2022’a de 766 bûyer zêde bûne.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li başûrê Kurdistanê ji ber zewaca bi zorê û di temenê biçûk de rêjeya tundiya li hemberî jinan û hevberdanê zêde bûye. Li dadgehên başûrê Kurdistanê niha gelek dozên hevberdanê hene û ji ber paşketina dozan li dadgehê her sal rêjeya van dozan zêde dibe. Parêzer Guna Mecîd diyar kir ku sedema hevberdanê  qeyrana darayî û destwerdana kesên din e.  

‘Daneyên hevberdanê li dadgehan zêde bûne’

Parêzer Guna Mecîd der barê hevberdanê de diyar kir ku ji ber zêdebûna dozên hevberdanê dane, her  diçe zêde dibin û got: “Dane nîşan didin ku rêjeya hevberdanê zêde dibe. Di sala 2021’ê de 4767 û di sala 2022’an de 5533 dozên hevberdanê li dadgehê hatine tomarkirin. Di navbera sala 2021 û sala 2022’a de 766 bûyer zêde bûne. Ew dozên li dadgehê sedemên wan ji hev tênegihîştina hevjînan e, yan jî biryardayina bi riya hest û sozan e.  Her wiha ji ber ku asta civakê, qeyrana darayî û destwerdana kesên din jî hene ev hemû bandorên neyînî dibin sedema hevberdanê.”

‘Jin dikarin giliyê hevjînên xwe bikin’

Guna Mecîd wiha behsa bendên zagonê kir û got: “Di destûra bingehîn a Iraqê de benda 40 a hevberdanê heye. Hevjîn jî bi riya tundiyê, gotinên nexweş, xiyaneta hevjînî û hinek kiryarên din zirarê didin hev. Loma gelek dozên wiha dikevin dadgehan lê belê hinek caran dozên jinan li dadgehê bi paş dikevin. Sedema paşketina dozan ji ber zêdebûna wan e. Hinek caran jin di vê navberê de rastî çend cureyên tundiyê tên û yan jî ji aliyê hevjînên xwe ve tên qetilkirin.”

‘Piştî hevberdanê zarok qurbaniyên yekem in’

Guna Mecîd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di zagona Iraqê de behsa mehr û nefeqeya jinan hatiye kirin, mehr ne diyar e û her çend di aliyê şerî û zagonan de guncaw e ger ew jin mehra wê ne diyar be li dadgehê li gorî mehra kesê nêzîk jê re diyar dike. Her wiha nefeqeya jinan mêr didin. Lê belê zarok ji roja ku ji dayik bûne erkên xwedîkirinê li ser milên mêr e. Ger ev hevjîn hev berdin jî şêwaza nefeqeya zarok ger zarok keç be, heta dema zewacê û ger kur be heta temenê 18 salî bavê wan mesrefa wan dide. Ew dozên ku tên gel me, em weke parêzer bi erka xwe radibin û hewl didin hevjîn hev bernedin. Ji ber ku di hevberdana hevjînan de zarok dibin qurbaniyên sereke. Ji ber wê em her dem hewl didin rewşa hevjînan ber bi hevberdanê ve neçe, gelek caran guh didin gotinên me û hewldana pêkanîna jiyana nû didin.”

‘Civak piştî hevberdanê tundiyê li jinan dike’

Guna Mecîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirsek zêde ya jinan ji hevberdanê heye, ji ber ku piştî wê rastî gelek pirsgirêka tên. Ji bo ku di pêşerojê de di civakê de bi çavekî xirab li wan neyê nihêrîn. Her wiha piştî hevberdanê jin di civaka me de rastî gotinên nexweş tên. Piraniya dozên ku tên gel me jin dibêjin çend sal in em dizanin hevjînê me xiyanetê dikin lê belê daxwaza hevberdanê nekirine ji bo ku di civakê de ji wan re nebêjin bê hevjîn in û bi çavekî xirab li wan nenêrin.”