Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dike

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de 18 hezar û 608 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek cenaze di bin xirbeyan de ne. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyama “Em ê heta dawiyê bidomînin” da.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref el-Qudrayê diyar kir ku di 24 saetan de 196 cenaze û 499 birîndar rakirin nexweşxaneyên li Xezayê û gelek cenaze di bin xirbeyan û li ser rêyan da mane.

'Hejmara miriyan derket 18 hezar û 608'an'

Eşref el-Qudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hejmara Filistîniyên ku mirin derket 18 hezar û 608’an û da zanîn ku hejmara birîndaran jî derket 50 hezar û 594’an.

'Sîstema tenduristiyê têk diçe û gel neçarî koçberiyê dibe'

Eşref El-Qudra anî ziman ku armanca Îsraîlê ji êrîşên li ser nexweşxaneyên li bakurê Zîvala Xezayê têkbirina pergala tenduristiyê û koçberkirina gelê herêmê ye û wiha got: “Îsraîl hejmareke zêde xebatkarên tenduristiyê binçav kirin. Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advan Ehmed El-Kehlût di bin îşkenceyê de, bi birçî û tî hat lêpirsînkirin. Qismek xebatkarên tenduristiyê yên ku ji aliyê Îsraîlê hatibûn desteserkirin û ji Nexweşxaneya Kemal Advan hatibûn derxistin serbest hatin berdan"

'Em ji jiyana 12 zarokan bi fikar in'

Eşref el-Kudra anî ziman ku Îsraîlê gule li xebatkarên tenduristiyê yên ku piştî berdana wan dixwestin vegerin nexweşxaneyê, gulebaran kir û 5 kes birîndar kirin, Eşref el-Kudra diyar kir ku artêşa Îsraîlê dorpêça li ser Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakurê Xezayê zêde kiriye, baxçeyê nexweşxaneyê û odeyên ku nexweş lê diman hatiye lêdan.

Eşref El-Qudra tekez kir ku Îsraîlê nexweşxane ji ceyran, xwarin û vexwarinê bêpar hiştiye û da zanîn ku ew bi fikar in ku 12 zarokên li nexweşxaneyê ji ber nebûna şîr û yekîneyên jiyanê bimirin.

'Dorpêça li ser Nexweşxaneya El-Ewda ya li bakur zêde bûye'

Eşref El-Qudra diyar kir ku artêşa Îsraîlê dorpêça li ser Nexweşxaneya El-Ewde ya li bakurê Xezeyê zêde kiriye û wiha got: "Îsraîla dagirker dorpêça li dijî nexweşxaneya El-Ewde berdewam dike û nexweşxane bê ceyran, xwarin û vexwarin dimîne. Nehiştin nexweş û birîndar bigihêjin nexweşxaneyê. Em bi fikar in ku piştî Nexweşxaneya Kemal Advan dê serdegirtina Nexweşxaneya Avde jî were kirin.

'Divê em di navbera birîndaran de hilbijêrin'

Eşref El-Qudra bal kişand ser vê yekê ku rewşa nexweşxaneyên li başûrê Zîvala Xezayê ji kontrolê derketiye û Ji saziyên navneteweyî daxwaza derman, malzemeyên tibbî, sotemenî û ekîba bijîşkî kir. Eşref el-Qudra wiha berdevam kir: "Di nav gelek bûyerên nexweşxaneyên li başûr de, em neçar in ku di navbera mirovan de hilbijêrtin bikin da ku jiyana kesên ku dikarin werin xilas kirin rizgar bikin.

'300 xebatkarên tenduristiyê mirin'

Eşref El-Qudra diyar kir ku di êrîşên ji 7'ê Cotmehê û vir ve berdewam dikin de 300 personelên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û 102 ambûlans jî nikarin bên bikaranîn. Eşref el-Qudra bal kişand ku ji 7ê cotmehê heta niha 214 nexweş û 491 kesên birîndar ji bo dermankirinê ji Zivala Xezayê hatin derxistin û wiha got: "Ev hejmar ji sedî ‘ê hejmara birîndaran kêmtir e.

Eşref el-Qudra anî ziman ku mekanîzmaya rakirina birîndaran têrê nake û wextê ku ji bo prosedûran tê weqetandin mirin e, Eşref el-Qudra destnîşan kir ku gelek birîndarên ku li benda erêkirina destûra pêwîst ji bo derxistina ji Zivala Xezayê  jiyana xwe ji dest dane.

 'Derziyên zarokan qediyan'

Eşref El-Kudra anî ziman ku derziyên zarokan di destê Wezareta Tenduristiyê qediyane û diyar kir ku ev rewş tenduristiya zarokan dixe metirsiyê û dê bibe sedema belavbûna nexweşiyan di nav koçberan de, bi taybetî li navendên niştecihbûnê ku qerebalixên giran lê çêdibin. Eşref El-Qudra wiha got: "Ji bo pêşîgirtina li karesatê, em daxwaza destwerdana lezgîn ji saziyên Neteweyên Yekbûyî dikin ku derziyên pêwîst peyda bikin û bigihînin hemû deverên Zîvala Xezayê."

'Hejmara nexweşiyên vergirtî derket 327 hezarî, lê hejmara rast zêdetir e'

Eşref El-Kudra bal kişand ser wê yekê ku rewşa mirovî û tendirustî li navendên qerebalix ku niştecihên Filistînyên  ji cîhê xwe bûne tê de ne, ji ber kêmxwariniyê, nebûna ava vexwarinê, madeyên paqijiyê, û belavbûna nexweşiyên vegirtî, rewşa mirovî û tendirûstî kujer e. Eşref El-Kudra da zanîn ku hejmara nexweşiyên vergirtî ku ji navendên razanê gihîştine nexweşxaneyan, gihîştiye 327 hezarî. Eşref el-Kudra diyar kir ku hejmara kesên ku dikarin xwe bigihînin navendên tenduristiyê ev in û hejmara rast ji vê zêdetir e.

'Divê rêyek bi bandor ji bo navendên stargehê were dîtin'

Kudra banga xwe ji saziyên navneteweyî dubare kir ku ji filistîniyên ji cîhê xwe bûne, di serî de jinên ducanî, zarok û yên bi nexweşiyên kronîk re rêyek bi bandor ji bo hewcedariyên jiyanî û bijîşkî bibîne

. Eşref El-Qudra diyar kir ku li başûrê Xezayê, li Xan Yûnis û li rojavayê Refehê hejmara Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûne zêde bûne, Eşref el-Qudra bang kir ku ji bo koçberan klînîkên gerok û noqteyên tenduristiyê bên avakirin.

Eşref El-Qudra bal kişand ser girîngiya gihandina alîkariyên malzemeyên tibî ji bo hemû nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê, diyar kir ku divê korîdorên mirovî yên ewle ji bo hatina malzemeyên tibî û sotemeniyê bên vekirin. Eşref El-Qudra careke din bang li hemû welat û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rizgarkirina nexweş û birîndaran nexweşxaneyên sahra li bakurê Zîvala Xezayê ava bikin.

Li bajarê Cenînê êrîşa balafirên bê mirov

Ji aliyê din ve êrîşên artêşa Îsraîlê li ser Kampa Penaberan a Cenîn a li bakurê Şerîa Rojava ku komên berxwedanê yên çekdar ên Filistînê lê ne, dewam dikin. Artêşa Îsraîlê ku kampê di bin dorpêçê de dihêle, ketina tîmên tenduristiyê asteng dike. Li kampê pevçûnên di navbera komên berxwedanê yên çekdar ên Filistînê û leşkerên Îsraîlê de bênavber berdewam dikin. Hat diyarkirin ku duh li Kampa Penaberan a Cenînê nêzî 100 Filistînî û duh jî nêzî 100 Filistînî hatin binçavkirin.

UNRWA: Sala 2023’an li Şerîa Rojava sala herî bi xwîn e

Di rapora ku ji aliyê Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ve li Şerîa Rojava ya dagirkirî hat weşandin de, hat gotin ku ji dema ku Neteweyên Yekbûyî di sala 2005’an de dest bi tomarkirina qurbaniyan li Şerîa Rojava kir sala 2023'an sala herî bi xwîn a mirina Filistîniyan li Şerîa Rojava ye.

'Li Şerîa Rojava 69 jê zarok 271 Filistînî hatin qetilkirin'

Di raporê de wiha hat gotin: "Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî, ji bilî 8 Filistîniyên ku ji aliyê dagirkerên Îsraîlê ve hatin qetilkirin, 69 jê zarok 271 Filistînî li Şerîa Rojava ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin qetilkirin." Di heman demê de di raporê de bal hat kişandin ku 2 Filistînîyên din jî hatin kuştin û hate gotin ku nayê zanîn artêşa Îsraîlê yan jî nîştecîh berpirsê kuştina van her du kesan e. Li Şerîa Rojava ji 7'ê Cotmehê ve bi giştî 281 Filistînî mirine.

'1,9 mîlyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn'

Di raporê de her wiha lêgerîn û binçavkirina ku artêşa Îsraîlê li Kampa Penaberan a Cenîn a li Şerîa Rojava pêk tîne hate şermezarkirin û hate ragihandin ku li kampê li hemberî pêkanînên Îsraîlê xizmetên li kampê hatine rawestandin. Derbarê rewşa Zîvala Xezayê de jî di raporê de hat ragihandin ku ji 7ê Cotmehê ve ku êrîşan dest pê kiriye heta niha 288 kesên ku ji cîhê xwe bûne di tesîsên li Zîvala Xezayê de dimînin jiyana xwe ji dest dane û 998 kes jî birîndar bûne.

Di raporê da hat destnîşankirin ku zêdeyî 1,1 milyon Filistînî yên ji cih û warên xwe bûne niha li 98 tesîsên UNRWA’yê yên li herêma navendî ya Zivala Xezayê û bajarên Xan Yûnis û Refahê ne. Di raporê de hat bibîrxistin ku nêzî 1,9 mîlyon Filistînî ku ji sedî 85’ê rastî nifûsa Zîvala Gazayê tê ji cîhên xwe bûne û hin ji wan ji destpêka êrîşan ve gelek caran ji bo lêgerîna ewlehiyê koç kirine.

Di raporê de her wiha hat piştrastkirin ku heta niha 135 xebatkarên UNRWA li Zivala Xezayê hatine kuştin. Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîa Rojava hatin binçavkirin gihîştiye 4 hezar kesî.

Îsraîl ji bersivdayîna agahiyên li ser lehiya tunelan reviya

Di brîfînga çapemeniyê de ku bi rêya telekonferansê hat lidarxistin, rayedarekî payebilind ê artêşa Îsraîlê bersiv da pirsên derbarê nûçeyên dest bi kişandina avê li tunelên li Zivala Xezayê kirin. Rayedar diyar kir ku ew nikarin bersivê bidin pirsên ka tunelên li Xezayê bi avê ketine yan na, rayedar diyar kir ku ew nikarin "hûrgiliyên operasyonê parve bikin" û destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê "di tunelan de  li ser vebijarkên taktîkî dixebitin." bi salan e û ji bo bêbandorkirina tunelan gelek rêbaz hene."

Benjamin Netanyahu: Tiştek nikare me bide sekinandin

Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku li başûrê Îsraîlê serdana baregeheke leşkerî kir, bi rayedarên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ku êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne, bi telefonê axivî. Benjamin Netanyahu ji efserekî artêşa Îsraîlî re got: “Bidomîne.” Ez dixwazim ku heta leşkerek jî bimîne hûn berdewam bikin. Em ê heta dawiyê, heta serkeftinê, heta ku em Hamasê hilweşînin, berdewam bikin." Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku wî ev gotin "Tevî zextên navneteweyî" gotiye û wiha berdevam  kir: "Tiştek nikare me bide sekinandin. Ev şer wê bidome.”