Li Îranê bûdçeya ku ji jinan re dihat veqetandin hat rakirin

Li Îranê Bûdçeya sala 2023'an a ji bo jin û malbatê hatibû veqetandin hat rakirin. Seroka Koma Jin û Malbatê Fatîme Qasimpûr bertek nîşanî biryarê da.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, di zagona bûdçeya sala 2023’an de Bûdçeya ku ji bo jin û malbatê hatibû veqatandin, hat rakirin. Seroka Koma Jin û Malbatê Fatima Qasimpûr di medyaya dîjîtal X de nûçe ragihand.

Fatima Qasimpûr wiha got: “Li gorî biryara par hat girtin, diviyabû ji sedî yek ji bûdçeya ku ji bo jinan hatiye veqetandin, ji bo bihêzkirina serpereştiya jinan, bihêzkirina keçên xizan, karsaziya jinan, tenduristiya jinan û werzîşê, şêwirmendiya malbatê û mijarên din ên girêdayî wê bihata bikaranîn. Li gel vê jî rêzikname dereng hat pejirandin û bername her dem dihatin taloqkirin. Ev hemû ne sedemên derxistina ji sedî yek ji bûdceyê ne.” 

Fatima Qasimpûr da zanîn ku hikûmet îdia dike ku ji sedî yek bûdceyê ji bo jinan hatiye veqetandin û wiha got: “Di gelek rewşan de xebatên jinan ji ber kêmbûna fonan dihatin astengkirin. Ji ber nebûna bûdçeyê tevlibûna jinan di bernameyên curbecur de, di nav de qada werzîşê jî pêk nehat."