"Rêber Apo di hemû civînên xwe de behsa pêkanîna azadiya jinê dikir"
Esmihan Bilal ku du caran Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan dîtiye çavdêriyên xwe yên wêdemê wiha anî ziman: “Di civînên xwe de herî zêde Serkatî bal dikşand ser hezkirinê û digot divê hezkirin di nav gelan de bibe weke çandekê û her çar aliyên Kurdistanê bi hizkirinê dikarin bibin yek. Gelek girîngî dida jinê û hemû hewildanên wî ji bo afirandina jina azad bû. Di got: ‘Azadiya jinê û Kurdistanê bi hev girêdayî ye, bêyî azadiya jinê Kurdistan tu carî azad nabe.’ Birastî jî wisane azadiya jinê çareseriya gelek pirsgirêkane.”
Esmihan Bilal ku du caran Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan dîtiye çavdêriyên xwe yên wêdemê wiha anî ziman: “Di civînên xwe de herî zêde Serkatî bal dikşand ser hezkirinê û digot divê hezkirin di nav gelan de bibe weke çandekê û her çar aliyên Kurdistanê bi hizkirinê dikarin bibin yek. Gelek girîngî dida jinê û hemû hewildanên wî ji bo afirandina jina azad bû. Di got: ‘Azadiya jinê û Kurdistanê bi hev girêdayî ye, bêyî azadiya jinê Kurdistan tu carî azad nabe.’ Birastî jî wisane azadiya jinê çareseriya gelek pirsgirêkane.”
SARA ŞÊX HESEN
Heleb– Ji welatperwerên kevnare yên ku rêgeza welatparêziyê ji xwe re kirine sedema bingehîn a jiyanê û li ser wê reng dane jiyana xwe Esmihan Bilal a 52 salî ji gundê Çeqmqa biçûk a navçeya Raco ya girêdayî herêma Efrînê ye. Esmihan a ji ber sedema dagirkeriyê koçberbûye û niha li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijî ji tecrubeyên xwe yên demboriyê dizane barê heskirina welat û girêdana axê ne hendike. Esmihan yek ji jinên Rojavayê Kurdistanê yên mereq kirine Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bibîne ye. Esmihan da zanîn ku ew xwe bi şans dibîne ku du caran kariye biçe Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bibîne, tevlî civînên wî bibe û li sohbetên wî guhdarî bike. Esmihan bilêv kir ku cara yekemîn di sala 1997'an li Lubnanê û cara duyemîn di sala 1998'an de li Helebê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye.
"Mirov di çavên Serok de azadiya welat didît"
Esmihan bi van gotinan çavdêrî û bîranînên xwe yên wê demê vedibêje: "Ez dayikek gelek bi şansim ji ber ku min di jiyana xwe de du caran serok Apo dîtiye. Di sala 1997'an de cara yekemîn li Lubnanê û di sala 1998'an de cara duyemîn li Helebê min serokatî dît. Cara yekemîn dema min serok dît, min hîs dikir ku wê dilê min ji kêfxweşiyê ji cihê xwe derkeve.
Dema em gihîştin cihê civînê ji me re gotin serok Apo hatiye ji bo ku civînê bi rêve bibe. Berî serok bibînim, ketim heyacanekê û min gelek pirs ji xwe kirin, gelo ew kesek çawa ye ku ewqas di nav gel de tê hezkirin. Di kêliya ku ez dihizirîm ku serok kesek çawa ye, serok ket cihê civînê. Dema mirov li çavê serok dimeyzand mirov azadiya welat didît. Serok ne wekî kesayetek normal e. Bi hezkirinek pir mezin li mirov dimeyzand. Bi qasî ku gotinên wî bi bandor bûn û awayê rêvebirina wî ji civînê re xweş bû, mirov dixwest her dem lê guhdar bike. herî zêde serkatî bal dikşand ser hezkirinê û digot divê hezkirin di nav gelan de were çandin û her çar perçeyên Kurdistanê bi hizkirin bibin yek. 15'ê Tebaxê ji her deveran gel hatin Lubnanê da ku serok bibînin."
"Rêber Apo di hemû civînên xwe de qala pêkanîna azadiya jinê dikir"
Esmehan behsa mijarên ku Rêberê Gelê Kurd di civînê xwe de li ser wan axiviye kir û wiha got: "Serok behsa serhildanên ku di demên borî de rabibûn û sedema binketina wan dikir û gel hişyar dikir da ku carek din ev yek neyê dubare kirin. Di heman demê de bal dikşand ser peçebûna gelê kurd di milê eşîrî, olî, nijadî, herêmî û her wekî din de û çawa ev perçebûn bû sedema binketina van serhildanan. Her wiha çawa her herêmek bi tena serê xwe serhildanek radikir, li dijî hev şerdikirin û ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî dev ji serhildanê berdidan. Serok pir girîngî dida jinê û her dem hewil dide ku jin azad bibe û digot azadiya jinê û Kurdistanê bi hev girêdayî ye, bêyî azadiya jinê Kurdistan tu carî azad nabe, divê kurdistan bi jinê were rizgar kirin. Serok pir piştgirî dida jinê û di axavtinê xwe de digot mafê jinê hatiye xwarin, çiqas zilam bindeste jin hê jê bindestir e, zilam ji ber bindestiya ku ji derveyî malê dibîne dema vediger e malê desthilatdariyê li jinê dike."
"Ger welatê mirov tune be hebûna mirov jî tune ye"
Esmehan hestên xwe wên wê demê wiha pênase dike: "Dema Serok bihata, ji me re nedigotn Serok hatiye, tenê ji me re digotin xwe amade bikin. Piştre ji me re digotin civînek heye, lê ema me nedizanî emê serok bibînin. Em diketin heyecanekê û bi coçekî me ji xwe dipisî gelo çi heye. Dema em dighiştin cihê civînê, mizgînî didan me ku serok hatiye. Dema me ev mizgînî dibhîst, dilê me ji kêfxweşiyê ji cihê xwe derdiket, em mîna gulekê geş dibûn û bi hezkirinekê û bi dilekî eşq nêzî cihê civînê dibûn. Serok Apo her dem dixwest pisgirêkên civakê nas bike û careseriyekê ji wê re bibîne û hewil dida ku gel ji nazanbûna wan derbixe. Erkê şiyarkirina gel her tim digirt ser milê xwe û digot ger welatê mirov tune be hebûna mirov jî tune ye."
"Fikir û felsefeya Serok Apo li tevahî cîhanê belav bû ye"
Esmehan di dawiya axaftina xwe de got ku raman û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye û wiha berdewam kir: "Rêber Apo zamîna cîhanê hejand. Girtina wî dilê me kul kir. Divê em weke jin çalakiyên xwe bêtir bikin û asta çalakiyên xwe bilind bikin ji bo rizgariya serok Apo û bi dawîkirina tecrîda li ser . Em tecrîda li ser serok bi tundî şermezar dikin serokek mîna serok Apo dinya tevda şiyar kir û canê xwe ji bo gelê kurd feda kir, çima bê suc û sedem hatiye girtin. Serok Apo tu suc nekiriye tenê mafê gelê kurd dixwest û nexwest gelê wî her tim kole, nazan, bindest bin. Raste serok Apo di zîndanê de ye û laşê wî hatiye girtin lê fikr û felsefeya wî rizgar û azad e."