RAWA ji bo Werîşe Mûradî banga xwepêşandanan kir

RAWA’yê der barê endama KJAR’ê Werîşa Mûradî ku ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye revandin de daxuyaniyek da û got: “Bila cîhan vê sûcê bizanibe, îşkence û zextên li ser Werîşa Mûradî kêm bibin.”

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Jinên Şoreşger ên Efganîstanê (RAWA) ji bo endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1’ê Tebaxê de ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû revandin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku revandina Werîşe Mûradî wan gelekî êşandiye.

‘Em nehêlin îşkence berdewam bike’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Werîşe Mûradî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê ve hatiye îşkencekirin û wiha hat gotin:

“Ew hevaleke me bû ku li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistinkirina jinan dikir. Bi destpêkirina tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” re, bingehên gemarî yên rejîma hov a Îslamî dest bi lerzînê kirin û ji ber vê yekê rejîmê hovîtî û barbariya xwe zêde kir ku tevgera şoreşgerî bêdeng bike. Rejîma Îranê ku gel neçarî teslîmiyetê dike, her çiqas pêla darvekirinê zêde kir jî, nekarî berxwedana gelên Îranê rawestîne.

Banga me ji bo hemû rêxistinên pêşverû û şoreşger ên cîhanê û parêzvanên mafên mirovan; Bila rê nedin rejîma faşîst a Îranê û rejîmên dîktator ên din, binçavkirin, girtin û îşkenceyê bidomînin. Bêdengî û xemsariya me bi rastî jî şirîkê vê zilm û bêedaletiyê ye. Divê em dengê xwe yê protestoyî bilind bikin da ku cîhan vî sûcî bizanibe û herî kêm îşkence û zextên li ser rêheval Werîşe Mûradî kêm bibe. Bi hêviya sibeyeke bê îşkence û girtîgehan!”