Evîn Cuma: Hedefkirina binesaziyan sûcê mirovahiyê ye

Seroka Komela Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma êrîşên dewleta Tirk yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, bal kişand ku hedefgirtina binesaziyan sûcê mirovî ye û banga bilez ketina nav tevgerê kir.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Dewleta Tirk 4’ê Cotmehê hemû heremên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer topebaran kir êrîşên ku hatin kirin piranî cihên xizmetgûzarî û binesazî bûn. Di encama erîşa çênd rojan de bi sedan sîvîl jiyana xwe ji dest dan û xisarek mezin ê madî hat jiyîn. Li gor agahiyên ku hatine parvekirin di encama êrîşên li ser stasyona kerabe de 100 gundên Eyn Îsa bê kehrebe maye.

Seroka Komela Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma têkildarî êrîşên Tirkiyê yên dawî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

‘Zêdeyî 45 tesîsên xizmetê hatin hedefgirtin

Evîn Cuma di destpêka axaftina xwe de bîlançoya encamên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û got: “Ji 4’ê Cotmehê ve dewleta Tirk bi giranî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike taybet herêma Cizîrê. Di encama van êrîşan de zêdetirî 45 tesîsên xizmetê hatin hedefgirtin û bi tundî talan bûn. Gelek navendên enerjî, elektrîk, petrol û gazê bûn armanca êrîşên dewleta Tirk ku niha ji xizmetê derketine. Pêdiviyên jiyanê yên sereke hemû hatine rawestandin û ev yek xeteriyeke mezin bi xwe re tîne, ev yek dihêle ku metirsiyek di nav gel de çêbibe ji ber ku bi vî awayî jiyan jî tê rawestandin.”

‘Di nav de 8 sivîl 15 kes jiyana xwe ji dest dane’

Evîn Cuma da zanîn ku heta van kêliyan di nav de 8 sivîl 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha pêde çû: “Her wiha di encama van êrîşan de di nav de 8 sivîl, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş û endamek Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê 15 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Li aliyek din birîndar hene, hate teqez kirin ku 10 birîndar hene di nav wan de 7 sivîl, zarokek û du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş in. Heta van kêliyan êrîş nehatine rawestandin.”

‘Tirkiye sûcên şer pêk tîne’

Evîn Cuma destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne û wiha bi dawî kir: “Li gor zagon û prensîbên şer ên navneteweyî; ev kiryar sûcên şer in, ji ber ku cihên tên armancgirtin ne leşkerî ne. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Pêdiviyên jiyanê rasterast tên armancgirtin û kesên jiyana xwe ji dest dane piranî sivîl in.”