Êrişên dewleta Tirk li pêşiya nûnertiya NY hat protestokirin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji 5’ê Cotmehê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) protesto kirin.

Qamişlo – Şêniyên Qamişlo li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xistin. Ji hemû pêkhateyan şêniyên bajêr, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, şagirt û xwendevan bi rakirina panelên ku kiryarên Tirkiye eşkere dike tev pankartên “Na ji bombe barankirina Tirkiyê re. Na ji dagirkeriya Tirkiyê re” beşdarî xwepêşandanê bûn.

‘Tirkiyê ax û şaristaniya me dike armanc’

Di xwepêşandanê de, li ser navê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehsûm Hesen daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de nerazîbûna li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîşandan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê ku her kes bizanibe ku Tirkiyê ax, çand, ziman û şaristaniya me dike armanc ji bo ku rûmeta xwe li ser ava bike. Lê belê ev aramnc pêk nayê, weke ku di van salên dirêj de me hemû zehmetî derbas kirin. Her wiha me rêya çareseriyê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahî Sûriyê me  pêşkêş kir, em ê van zehmetiyan jî derbas bikin.”

‘Serkeftin bi yekîtiyê misoger dibe’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê bi yekîtiya xwe bikaribin li pêşiya van êrîşan bisekinin. Em ê bi xurtkirina saziya xwe ya parastinê ya ku gelên me û çanda diparêze, bi ser bikevin. Hebûna me li vê qadê nîşandeya herî mezin a têkbirina hemû pilanên dewleta Tirkiyê ye. Binketin dê para dijminê me be, serkeftin a biratiya gelan e. Gelên ku ji bo mafên xwe têdikoşe.

Em li vê derê sekinîne û daxwaza me ev e ku hun bibin xwedî helwest li hemberî dewleta Tirk a koledar. Em ji balafirên Tirkiyê natirsin û em ê li ser vê axê bimînin. Ev ax û pergal dê bibe rêyek ji bo hemû gelan ku bi azadî û demokrasî ser jiyan bikin.”

Xwepêşandan bi dirşmeyên “Na ji dagirkeriyê re” bi dawî bû.