Pevçûnên Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 663 kes jiyana xwe ji dest dan

Pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê ku piştî êrişa bi rokêtan a Hamasê derketin, didomin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de heta niha herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Hamasê di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê bi navê “Tofana Aksayê” pêleke êrişê da destpêkirin. Pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de ku piştî êrişê dest pê kirin, hêj didomin. Hamasê ragihand ku niha li 7 noqteyên li hundirê Îsraîlê pevçûn didomin. Îsraîlê dest bi veguhestina cihûyên li jîngehên derqanûnî yên li ser Şirîda Xezayê kir. 

Îsraîl: Hejmara miriyan bû 350 kes, 864 kes birîndar in

Li gorî nûçeya Kanala 12 a Îsraîlê, hejmara kesên li ser Şirîda Xezayê bû 350 kes. Her wiha hat ragihandin ku zêdetirî hezar û 864 birîndar hene ku ji wan rewşa 19’an giran e. 

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî têkildarî rewşa ewlehiyê ya li başûrê Îsraîlê û Şirîda Gazeyê daxuyanî da û da zanîn ku heta niha 400 endamên Hamasê hatine kuştin. 

Hagarî, bi domdarî destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de 26 leşkerên wan di êrişên Hamasê de jiyana xwe ji dest dane. Hagari, diyar kir ku dê Îsraîl di nava 24 saetên dawî de jîngehên li ser Şirîda Xezayê bi temamî tehliye bike. 

Wezareta Tendirûstiyê: Hejmara miriyan bû 313

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku heta niha 313 kesan di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hat gotin ku di êrişan de hezar î 900 kes jî birîndar bûne.