Gundên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tên bombebarankirin

Dewleta Tirk ê ji 4’ê mehê ve bê navber êrişên qirkirinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, di van kêliyan de jî êrişan didomîne.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk ê ji 5’ê Cotmehê ve piştî gefên Wezîrê Karê Hindûr ê dewleta Tirk êrişên xwe yê li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kir, di van seatan de jî êrişên qirkirinê yê li dijî heremê didomîne. Li gor agahiyên tên ber destê me li 7 hereman bi çekên giran bombebarana dewleta Tirk berdewam in.  

Tirbespî

Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyonên xazê yên Ewda û Girdahol ên rojhilatê navçeya Tirbespî ya kantona Qamişloyê bombebaran kirin. Gundên Zorava, Til Cehan û Rotan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên bombebarankirin.

Dêrik

Balafirên dewleta Tirk a dagirker zeviyeke petrolê li nêzî gundê Teqil Beqlê navçeya Dêrikê bombebaran kir. Her wiha noqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û stasyoneke petrolê li derdora gundê Hemze Beg ê Dêrikê bombebaran kir.

Til Temir

Artêşa Tirk û çeteyên paramîlîter ên girêdayî wî wê gundên Til Hirmil, Esediye û Mişêrfe yên bakurê navçeya Zirganê ya girêdayî Til Temir a kantona Hesekê û gundên Zigran û Rabîat ên başûrê navçeyê bi çekên giran topbaran dike.

Amûdê

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker gundên Çoldara û Hermî Şêxo yên rojhilatê navçeya Amûdê bombebaran dike.

Şehba

Dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifetê, gundên Şêx Îs, Bêlûniye, balafirgeha Minixê, Eyn Deqnê yên herêma Şehbayê topbaran dike.

Kobanê

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Til Şiîr, Xurxurî yê rojavayê Kobanê, gundên Xerbîsan û Goran ên rojhilatê Kobanê topbaran dike.

Eyn Îsa

Li Eyn Îsayê roketa obusekî ya dewleta Tirk li mala welatiyek ket.

Minbic

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker gundên Seyade, El Cat ên bakurê Minbicê bi hawan topbaran dike.