Qalibên civakî di ‘Ava Şor’ de şikand

Nivîskar û çalakvana femînîst Rafîka Bahourî bawer dike ku nivîsandina otobiyografiya wê, piştî êş û depresyonê cureyek terapiyê ye. Ew bawer dike ku wêrekî dikare alîkariya jinên ku hê xwe nedîtine bike.

ZÎHUR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis - Nivîskara Tunisî Rafîka Bahourî bi riya otobiyografiya xwe û romanên xwe, hewl da jinan teşwîq bike ku dengê xwe bilind bikin û astengiya êş û tirsê bişkînin da ku xwe azad bikin û nasnameyên xwe biparêzin. Ew bawer dike ku jin heya rîskan negirin dê ji astengiyên navxweyî û derveyî azad nebin. Piştî salan ji zext û paşketinan, nivîskara Tunisî û çalakvana femînîst Rafîka Bahourî, di nivîsandinê de çareyek dît ku wê bi xwe ve girê dide û wê hêzdar dike ku bi tirs û şermê re hevrû bibe. Ew îlan dike ku jin tenê dema rîskan digrin azad dibin. Di hevpeyvîna jêrîn de, em ê cîhana wê ya kesane bi kûrahî vekolin.

*Çima te otobiyografiya di "Ava Şor" de hilbijart ku tê de bêhêvîbûn û dilşikestin serdest in û te dixwest bi riya wê çi bibêjî?

Di tevahiya jiyana xwe de, min xwe bi hilbijartinên nakok re rû bi rû dît, di navbera xuyangek serkeftî ya derveyî û rastiyek hundurîn a ku ji ber nakokiyan bargiran bû de. Jiyana min destkeftî xuya dikir: Min xwend, zewicîm, min malbatek ava kir û beşdarî civaka sivîl bûm. Lê li pişt vî wêneyê, çîrokek din heye. Ji destpêkê ve, ez bi redkirina bavê xwe yê perwerdeya keçan re rû bi rû mam lê birayê min bi dizî min qeyd kir. Min fersend dît ez şiyana xwe ya ji sînordarkirinan îsbat bikim û min hewl da tevî astengî û dilşikestinan jî bibim jinek nûjen, bi mêran re wekhev.

‘Min eslê xwe li pişt qalikek çêkirî veşartî hişt’

Tiştê ku min jiya rastiya piraniya jinan e ku wekî kêmasî tên dîtin û neçar in hewldanên xwe du qat bikin da ku hebûna xwe îsbat bikin. Wêneyek min ê giştî yê xurt hebû lê ew xwebûna min a kûr nîşan nedida, tijî xemgînî û şikestin bû. Min eslê xwe li pişt qalikek çêkirî veşartî hişt, heya ku bar pir giran bû. Xalek werçerxê piştî 40 salî hat, dema ku eza min a tepeserkirî teqiya û helbest ji zimanê min wekî lehiyek dirêj ku hatibû girtin herikî.

Piştre, di 60 saliya xwe de, min dest bi nivîsandina otobiyografiya xwe kir. Di “Ava Şor” de min fêm kir ku rastgoyî tenê bi riya lihevhatina bi xwebûna xwe dikare were bidestxistin û nivîsandin tenê dema ku mirov bi rastî nirxê xwe dide, bi ser dikeve.

*Ji bo jinek li herêmê ku cesaret bike otobiyografiya xwe bi rastgoyî, bêyî xemilandin an jî dûrxistinê binivîsîne, tê çi wateyê? Te çawa dest bi vê ezmûnê kir û tu çiqas jê razî yî?

Min 8 sal nivîsand û piştre rawestiyam, min pênûs hilda û piştre avêt. Ji ber ku obsesyona min a herî mezin, rastgoyî bû. Armanca min ne tenê nivîsandina pirtûkek bû, ezmûnek hebûnî bû ku ji sînorên wêjeyê derbas bibe, ezmûnek ku dê cewherê min eşkere bike. Min berê biyografiyên nivîskarên jin ên Ereb dixwend û min ew ne zelal dîtin, bêyî ku ez bi rastî xwe bavêjim nava xwe û min nexwest tiştek wisa lê zêde bikim. Min digot; "Yan ez bi rastî dinivîsînim, an ez qet nanivîsînim." Ji ber vê yekê, têkoşîna min ne bi civakê yan jî bi desthilatdarên kevneşopî yên wekî ol û siyasetê re bû, bi xwe re bû bi êş, serbilindî û şermê re ku rê li ber min digirt ez bi rastiya xwe re rûbirû bibim. Ji ber vê yekê baweriya min bi "rastî tazîbûn e."

‘Îro ez xwe têr hîs dikim’

Di otobiyografiya xwe de tiştên ku hevalên min ên herî nêzîk jî nizanibûn, eşkere kirin. Min xwe di rewşên dijwar de nîşan da û sirên ku min berê qet parve nekiribûn, eşkere kirin. Eşkerekirina jiyana xwe ya taybet dijwariyek mezin bû, ez bi xwezayî şermok im lê min fêm kir ku krîzên min jiyane dê bêyî wan, otobiyografiyê bêwate bikin. Di nava wan de têkiliya zewaca min hebû, min demek dirêj dudilî kir ku li ser binivîsînim; wêneyê bavê min ku dijberiya stereotîpîk dike û têkiliyên zordar di nav malbatê û bi hevkarên xwe re. Min dixwest ku otobiyografiya min zelal be, bêyî ku tiştên mirov bi veşartinê ve hatine bikaranîn veşêre. Ji ber ku kesayetiya jinan ji hêla van hemû hûrguliyan ve tê şekilkirin. Îro ez xwe têr hîs dikim. Ez difikirim ku min tiştên dikarîbû bi dest xistiye û ji perspektîfek femînîst, ez dibînim ku min gavek avêtiye da ku jinan teşwîq bikim li ser tiştên bi gelemperî bêdeng dimînin biaxivin.

‘Min berê xwe da wê û rehetî û aramî tê de dît’

Min li dijî serbilindiya xwe, şerm û hemî astengiyên ku jinan girêdidin şer kir û min astengiyên civakî yên ji bo min ne astengiyek mezin bûn derbas kirin. Tiştê ku min nivîsand wêrekiyek hebû min têr dikir, ji ber ku ew her tiştê beşdarî şekildana kesayetiya min di asta psîkolojîk û civakî de bû, pêşkêş kir. Ez li ser çalakî û karên xwe axivîm lê min bi heman rengî bala xwe da hest û hestên xwe û tiştên ku min wekî asteng di riya xwe de dihesiband ku ez dikarim derbas bikim. Rastî penageha min û rizgariya min bû. Min berê xwe da wê û rehetî û aramî tê de dît. Ji ber vê yekê, ez ji vê otobiyografiyê kêfxweş im û xelata "Baştirîn Xebata Afirîner a Jinan li ser Maf û Azadiyan" celebek ji bo rastkirinê bû.

*Ma hûn difikirin ku roman û nivîsandin hê jî dikarin bibin amûrên têkoşîn û berxwedanê, hem jî di demeke ku xwendin di nav mirovan de kêm dibe de?

Ev pirtûk kiryarek berxwedanê ye ku hiş, hest û ruhê mirov dişopîne, diçe kûrahiya giyanê mirovan, xwedî hêzek veguherîner e ku ji ramanên demkî yan wêneyên rûberî derbas dibe. Ew xwendevan dikşîne û bandorek kûr dihêle, di heman demê de raman berdewam dikin her çendî her tiştê nivîsandî nexwîne jî ji ber ku peyva ji pirtûkê derdikeve baskên wê hene ku wê dûr û dirêj hildigrin.

Ji bo demek dirêj, pirtûk wekî kelûpela herî girîng a zanînê ma û her çendî belavbûna wê bi elîta rewşenbîrî ve sînordar bû jî ew bi van kesayetiyên bi bandor dikare bandorek berfireh bike. Ev piştrast dike ku pirtûk amûra bingehîn e ji bo şikandina zincîrên nezanî û paşverûtiyê û vekirina asoyên rizgariyê. Bi taybetî jin ji bilî hembêzkirina ramanên nû tu vebijarkek din nîn in, ji ber ku mîrateya kevneşopî pir caran wan marjînal dike û ji holê radike. Ji ber vê yekê, xwendina vê mîrateyê bi hişmendî, lêkolînkirin û rexnekirina wê, di heman demê de wergirtina nû bi hişek vekirî girîng dibe, ji ber ku ev riya guhertina rastîn e.

*Rafîka Bahourî çawa li rastiya tevgera femînîst a îro li Tûnisê û bi giştî li herêmê dinihêre û ew di warê rêbaz û amûrên têkoşînê de cudahiyên herî berbiçav di navbera nifşê xwe û nifşê niha de çi dibîne?

Rastiya jinan her dem dijwar bû lê hêdî hêdî bi pêş ket. Jin ji perwerdeyê û aliyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar man. Ew tenê dikaribûn bi nixumandinê derkevin derve û heta jêkirina porê xwe yan lixwekirina pantoran jî bi serê xwe şerek bû şerek ku min bi xwe kir. Van qurbaniyan hişt ku nifşê pêşerojê astengiyên ku xuya dikirin negihîştinê derbas bike. Lê belê tundiya li dijî jinan di têkoşînê de hê jî astengiyek mezin e. Me ji rewşek mîna koletiyê, bê maf, dest pê kir da ku em bigihîjin xala ku em niha wekhevî û azadiyê dixwazin gavek bêhempa di demên berê de lê rê hê dirêj e. Her çiqas jinan sînorkirinên li ser perwerde û tevgerê derbas kirine jî formên nû yên tundî û serdestiyê derketine holê.

‘Xala girîng îro bilindbûna tevgerên ciwanan ên femînîst e’

Her çiqas li Tûnisê qanûnên ku mafên jinan digrin bin temînatê hene jî dijwariya rastîn di bicîhanîna wan de ye ku ji bo mîsogerkirina bicîhanîna wan a bi bandor kampanyayên hişyariyê û zexta domdar hewce dike. Xala girîng îro bilindbûna tevgerên ciwanan ên femînîst e. Di serdema piştî serxwebûnê de, tenê Yekîtiya Jinên Misilman hebû. Ev yekîtî, ji hêla Bachîra Ben Mrad ve hat damezrandin. Paşê Yekîtiya Jinan hebû ku bal kişand ser entegrekirina jinan a di perwerde û hêza kar de, hêsankirina beşdarbûna wan a di jiyana giştî de û bidestxistina destkeftiyên girîng. Lê belê ew paşê veguherî Yekîtiya Jinên Tunisî û rola wê kêm bû.

Civînên wiha rewşa jinan eşkere dikin

Ji aliyê erênî ve, gelek komele derketin holê. Ya herî girîng, Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî ye ku konferans ji bo tora herêmî û navneteweyî destpê kir. Ez civînek di sala 2011’an de bi çalakvana Îranî Şahla Şafîq re tînim bîra xwe ku wê hişyarî da me li hemberî dubarekirina ezmûna Îranê ya şoreş veguherî rastiyek dijminane ya ji bo jinan. Civînên wiha, rewşa jinan eşkere dikin û hişmendiyek kolektîf ava dikin sînoran derbas dike.

‘Sûcên tundiya li dijî jinan êdî wekî berê bi bêdengiyê nayên pêşwazîkirin’

Îro rêxistinên ciwanan daxwazên ku nifşê me nikaribûn xeyal bikin, bilind dikin. Jin ji mafên xwe û xetereyên ku gefê li wan dixwin, çi xwenda bin, çi bixebitin, çi cotkar bin, bêtir haydar in. Ev garantiyek ji bo pêşxistina wan mafan pêk tîne. Li ser asta navneteweyî, ev kombûn di yekkirina hewldanan de girîngiyek esasî digirin. Her wiha, sûcên tundiya li dijî jinan êdî wekî berê bi bêdengiyê nayên pêşwazîkirin. Lê niha bi şermezarkirina giştî ji aliyê medyayê û rêxistinên civaka sivîl ve tên pêşwazîkirin, ku ev yek hêviya pêşerojê xurt dike.

‘Rojname û radyo ji jinan re girtî bûn

Bêguman, rastiya îro ji bo jinan di warê amûrên têkoşînê de çêtir e. Berê, di bin zexta malbat û zîhniyetên serdest de, ku bêdengî li ser jinan dihat ferzkirin û ew bi hev re di bin dorpêçê de diman, dengkirin hema hema ne mumkin bû. Tenê çend kes wêrekî dikirin ku dengê xwe bilind bikin, di heman demê de rojname û radyo ji wan re girtî bûn, înternet tunebû û heta rêxistinên civaka sivîl jî ji aliyê rayedaran ve dihatin kontrolkirin. Lê belê, îro rewş bi tevahî cûda ye. Şoreş û înternetê ji bo îfadeyê qadên berfireh peyda kirine û xwepêşandan û kombûn gengaz bûne, ku têkoşînê bihêztir û berbiçavtir kiriye. Bi vî rengî, rêwîtî berdewam dike û têkoşîna jinan berdewam û bênavber dimîne.

*Girîngiya hevgirtina femînîst îro di avakirina nifşek femînîst a herêmî ya Afrîkî ya bihêz ku mafên jinan û mirovan diparêze de çi ye?

Wekî ku tê gotin, "Destekî nikare çepikan bixe" û her ku jin bêtir bibin yek, encam ewqas mezintir dibin û hêza wan ewqas xurttir dibe. Em di asta herêmî û navneteweyî de dirêjkirina hev in û ezmûnên femînîst ên cihêreng, tevî çarçoveyên cûda, sermayeyek kolektîf zêde dikin û asoyên nû vedikin. Mînak ezmûna Tunisê, bi saya reformên rewşenbîrî û têkoşîna jinan ji serdema kolonyalîzmê, di warê qanûndanînê de pêşeng e. Wan piştî serxwebûnê bi rêya komeleyan xebata xwe ji bo pêşxistina qanûnan domandin. Li herêmê, ezmûnên Lubnan, Filîstîn, Sûriye û Kurdan dîmen dewlemend dikin û perspektîfên bêhempa pêşkêş dikin.

‘Hevgirtina femînîst xwedî nirxek mezin e’

Nemaze di şert û mercên zilm û pevçûnê de ku jin neçar in ku rêbazên nû ji bo zêdekirina dengê xwe biafirînin. Di nav sembolên hevgirtina gerdûnî de ew strana ji Amerîkaya Başûr e ku tacîzkaran eşkere kir û bi gelek zimanan belav bû da ku bibe sirûdek femînîst ku ji parzemînê derbas dibe. Dema ku jinek Tunisê wê dibêje, ew hîs dike ku ew beşek ji têkoşînek gerdûnî ye ku du qat hêza wê dide wê. Hevgirtina femînîst xwedî nirxek mezin e; ji bo jinekê kêfxweşiyek mezintir tune ku fêm bike ku hewldanên wê ne bi tenê ne û ku dengê wê beşek ji rêwîtiyek kolektîf ber bi pêşerojek çêtir ve ye.

*Piştî ezmûna we ya nivîsandinê ji salên 1980’yî heya serdema piştî Bihara Ereban û di ronahiya sînorê azadiyê yê bi dest xistî de tevî paşketinan, tu kîjan serdemê ji bo afirîneriyê herî berhemdar dibînî? Kîjan herî jêhatî ne ku tiştên nehatine gotin eşkere bikin?

Nivîskar an hunermendek xwedî giyanek nazik e, mîna îspongek ku derdora xwe dimije û hemû bandoran dimije. Êş, zext û sînorkirin winda nabin; ew di hundurê xwe de kûr dimînin û di ezmûna mirovan de dimînin. Demên dijwar her çend dijwar bin jî, hêzê didin nivîsandinê, nivîsan kûrtir û rasttir dikin. Ji ber vê yekê ye ku kesek ku li ser ezmûnek dijwar dinvîse ji kesek ku li ser strana çûkan dinivîse cuda ye.

Nivîsandin her wiha rihetiya azadiyê hewce dike

Em dibînin ku helbestvan û nivîskarên ku bi dîrokê û krîzên wê re rû bi rû mane, di ezmûna xwe de bêtir zana û dewlemendtir bûn. Nivîsandin her wiha rihetiya azadiyê hewce dike. Yên ku di nav krîzan de dinvîsin ji dilê êşê dinvîsin. Dibe ku ew bilind bibin, lê birînên wan xwînî dibin û dibe ku ew enerjiya ku her tiştê ew dixwazin bêjin, nebînin. Li vir, ez ne li ser sînorkirinên derveyî, li ser sînorkirinên xwe-ferzkirî yên xemgînî, depresyon û trajediyê diaxivim.

‘Beriya ku şoreş destpê bike min li ser wê nivîsand’

Min bi xwe ev yek berî şoreşê, dema ku rewş li ser min giran bû, ceriband. Ez ê perçeyên helbestê yên kurt, tijî xemgînî binvîsim, lê min pir caran wan bi notek geşbîniyê bi dawî dikir ji ber ku xwezaya min ber bi hêviyê ve diçe, bêyî ku êş çi be. Nivîsandin di qada azadiyê de bi awayekî radîkal ji nivîsandina di bin giraniya sînordarkirinên derveyî an jî xwe-ferzkirî de cuda ye. Min li ser şoreşê berî ku ew dest pê bike nivîsand û min navê berhevoka helbestên xwe "Ronahiya Yasminê" danî. Bêyî ku sernav ji dirûşmên wê bigirim, ji vîzyona xwe û hesta xwe ya hundurîn a tiştê ku li ser asoyê şekil digirt.