Ji bo kesên ji lehiyê bandor bûne alîkarî hat komkirin

Li Silêmaniyê ji bo kesên ji lehiya Çemçemalê bandor bûne alîkarî hat komkirin.

Silêmanî – Di 8’ê Kanûnê de pêlek baran û berfê, li hemû navçeyên Başûrê Kurdistan û Iraqê çêbû. Li çend bajaran lehî rabû û bû sedema mirinan û xisarên madî. Piştî vê karesatê, hemwelatiyan li herêmên cûda kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin.

Ev du roj in li Emnesora bajarê Silêmaniyê bi beşdariya rêxistin û aliyên partiyên siyasî û gel kampanyaya alîkariyê ji bo hemwelatiyên Çemçemal û dewrûberê wê hate ragihandin. Di vê kampanyayê de jinan di komkirina alîkariyan de rolek baş lîstin.

Di kampanyayê de hemû beşên bajarê Silêmaniyê cîh girtin, hewl dan ku pêwîstiyên sereke yên jiyanê wek sobe, kel û pelên malê, xwarin û hemû amûrên germkirinê ji bo mexdûrên lehiya Çemçemal pêwîst in, berhev bikin û bişînin.

‘Me gelek alîkarî kom kir’

Seroka Desteya Fermangeha Kontrolê ya Parêzgeha Silêmaniyê Befrîn Silêman Feqî Mehmûd wiha got: “Ev kampanya ev du roj e didome. Her tim xelkê Silêmanî çawa di hemû bûyer û rewşên neyên xwestin de bi kampanyayan amade bin, niha jî alîkariyê bighînin destê mexdûran. Berê jî ji bo welatên derdorê alîkarî û kampanya hatin ragihandin û alîkarî gihîştin destê mexdûran. Niha jî hemwelatiyên başûrê Kurdistanê, ev du roj e ji bo destekdayîna xelkê Çemçemalê, vê kampanyayê didomînin. Em jî wek erkek nîştîmanî li vê derê amade ne. Bi saya vê kampnayayê me gelek kel û pel û pêwîstiyên bingehîn û xwarin berhev kirine. Di nava van du rojan de me nêzî 60 milyon dînarê Iraqê û 10 hezar dolarê Emrîkî kom kiriye û me kariye rojane bi 17 barhilgiran bighînin destê mexdûran.”

‘Jin gelek çalak beşdar bûn’

Befrîn Silêman têkildarî beşdariya jinan a kampayayê wiha got: “Di nava du rojan de jin bi awayek çalak û bandoreker beşdarî kampanyayê bûn. Di aliyê bexşîn û destekdayînê de gelek aktîv bûn û xwarin û kel û pelan kom dikin û dişînin Çemçemalê. Jin bê cûdahî ji bo mexdûrên lehiyê xebitin. Ez niha jî wek dayîka zarokek nexweş li vê derê amade me û ez destekdayînê wek erka xwe dibînim.”

‘Em tiştên nû dişînin’

Befrîn Silêman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ya niha girîng ew e ku divê pêwîstiyên bingehîn bi awayek nû bighê destê wan, wek xwarin, cil û berg û kel û pelên germkirinê û nava malê de. Em tiştek kevin û bêkêr naşînin, tenê tiştên nehatine bikaranîn dişînin.”