Doza Saîda Alamî hate taloqkirin
Doza Saîda Alamî ku ji ber parvekirinên xwe yê ser medyaya dijîtal dihat darizandin, ji aliyê Dadgeha Îtinafê ya Kazablan ve taloqî 17’ê Kanûnê hate kirin. Dozê, zextên li dijî azadiya îfadeyê ya di qada medyaya dijîtal de car din anî rojevê.
Navenda Nûçeyan – Hate ragihandin ku doza aktivîsta Mexrîbê Saîda Alamî, ji ber parvekirinên di medyaya dijîtal de jê dihat darizandin, taloqî 17’ê Kanûnê hatiye kirin.
Doza Saîda Alamî, di mijara azadiya îfadeya jinan di medyaya dijîtal de nîqaşek berfireh ava kir. Parêzvanên Mafê Mirovan, diyar dikin ku jin hê zêdetir tên hedefgirtin û rastî tundiya dijîtal tên. Dadgeha Îstinaf a Kazablank, doza Saîda Alamî taloqî 17’ê Kanûnê kir. Biryar piştî danişîna nû hate dayîn.
Saîda Alamî ji ber sûcên ‘biçûkxistina saziyê’ û ‘di medyaya dijîtal de belavkirina nûçeyên ne rast’ tê darizandin. Di dadgeha destpêkê de cezayê 3 sal û 20 hezar dîrhem lê hate birîn. Saîda Alamî ku ji Tîrmehê ve girtiye, îsal ev du care tê darizandin. Ji doza berê ku di 2024’an de bi efuya qral hatibû berdan.
Saîda Alamî, ji ber parvekirinên xwe yê rexne li polîtîkayên civakê dike tê nasîn.
Jin di qada dijîtal de hê zêdetir dibin hedef
Vê Dozê, li Mexrîbê dozên ku derbarê azadiya îfadeyê de zêde bûye tîne rojevê. Bi taybet nivîskarên blog ên jin û aktivîst, ji ber parvekirinên xwe tên darizandin.
Parêzvanên Mafê Mirovan dibêjin: “Jin di qada dijîtalê de, di mijarên bingehîn ên civakî û maf de îfade bi kartînin hê zêdetir dişkên. Tundiya dijîtal, diyardeyek ku şopandina zagonî lêkolîn dikin û yan jî hevkarin.”
Parêzvanên mafan diyar dikin ku doza Saîda Alamî, li Mexrîbê di aliyê azadiya îfadeyê di medyaya dijîtal de wê bibe nîşaneyek girîng.