Di dema ducaniyê de şîdeta ku nayê dîtin: Behsa zextên ku dîtine kirin

Farîba û Setareh ên li Kirmaşanê dijîn behsa şîdeta derûnî ya di dema dûcanîbûnê de dîtine kirin û bal kişandin ku zexta li ser bedena jinan hilbijartin û pêvajoyên dayîktiyê ne şexsî ye kontrola civakî ya sîstematîk e.

NASIM AHMADÎ

Kirmaşan – Jinên li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê dijîn, bi vegotina tiştên ku jiyane, bandorên feraseta baviksalar a li ser jiyana xwe ya rojane nîşan dan. Serpêhatiyên Farîba Q. û Setareh, nîşan didin ku zexta derûnî, biçûkdîtin û sûcdariyên ku jin di dema ducanîbûnê de dijîn, ne şexsî ne, encama kontrola civakî ya pergalî ye. Di pergala baviksalar de nirxa jinan li gorî kapasîteya zayînê û fizîka wan tê pîvandin lê li hemberî mêr tu nêzikahiyek wiha tune ye û ji her tiştî jin berpirsyar tên dîtin.

Ev rewş, mafên perwerde, tendirustî û azadiya hilbijartinê bi sînor dike, rolên dayîktî û hevjîniyê gelek caran ne bi awayekî dilxwaz,weke rewşeke neçarî û çarenûsê tê dîtin. Tiştên ku Farîba û Setareh jiyane, vê zexta nedîtî û bandorên pergala baviksalar ên li ser jiyana jinan nîşan didin.

Bêyî dilê xwe ducanî ma

Tiştên ku Farîba Q. ya Kirmaşanî behs dike, tiştên li herêmê jin di zewac û dema ducanîbûnê de dijîn eşkere dike. Tevî ku Farîbayê diyar kir heta perwerdeya xwe biqedîne zarokên wê çênebin, ji ber sûcdariyên ji derdorê û hevjînê wê, di demek ku nedixwest de ducanî ma. Ev rewş kontrola civakî ya li ser beden û biryarên jinan her wiha ji nedîtîvehatina nezayîniya mêran û nêrîna feraseta baviksalar a li ser jinan pir eşkere dide xuyakirin.

Li cihê ku piştgiriyê bibîne hat sûcdarkirin

Farîba got ku ji rojên destpêka ducanîbûnê ve guherînên fizîkî pê re çêbûne û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de hevjînê min li cihê ku bibe destek, her dem min sûcdar kir. Bi gotinên; ‘jina her dem birçî’ rastî heqaretê hatim. Ev rewşa ku ji ber ducanîbûnê normal bû, hevjînê min hem dixwest ez wisa zêde kîlo negirim hem jî li xwe binêrim. Min xeyal dikir ku piştî welidînê nêrîna wî biguhere û der barê min de tiştên baştir hîs bike lê piştî welidînê ji ber çiqrên di zikê min de û kîloyên zêde nêrîna wî nebaştir bû.”

‘Em her dem tên biçûkxistin’

Setareha ku hê sê meh in ducanî ye jî wiha got: “Di neh mehên ducanîbûnê de êşên fizîkî mirov dikşîne dûre jî şevên bê xew mirov bebikan dimijîne. Ev yek dibe sedem ku jin derfet nebinin li xwe binerin û xwe îhmal bikin. Em jin gelek caran bêyî desteka hevjînên xwe van zoriyan dikşînin lê tiştê em dibînin ne minetdarî, li cihê ku fedakariyên me werin dîtin û famkirin, em rastî mêrên ku her dem me rexne dikin tên. Jinek dema ku 9 meh tenê rojê bikaribe çar saet razê, bi xwezayî binê çavên wê mor dibin lê li cihê empati û famkirinê, em her dem bi biçûkxistinê re rûbirû dimînin.”