‘Divê qanûnên li dijî tundiyê werin xurtkirin’
Endama desteya Rêxistina Serbixwe ya Jinan a Kelarê Dinya Ehmed diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê tundî û kuştinên li dijî jinan zêde dibin û yek ji wan xwişka wê ye. Wê daxwaza xurtkirina qanûnan ji bo parastina maf û azadiyên jinan kir.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Tundiya li dijî jinan û zêdebûna hejmara kuştinan li Başûrê Kurdistanê careke din pirsgirêkên herî bingehîn ên ewlehî û edaletê yên civakê tîne rojevê. Li herêmeke ku tundûtîjî rojane zêde dibe, jin ji ber zexta malbatê, astengiyên civakî û mekanîzmayên parastinê yên nebaş ên ji hêla rayedaran ve hatine ferzkirin, jiyana xwe ji dest didin. Rêxistina Jinên Serbixwe balê dikişîne ser vê rewşê û daxwaza guhertinên bingehîn hem di warên yasayî û hem jî di warên civakî de dike.
‘Li herêma Kurdistanê tundiya li dijî jinan zêde dibe’
Mamoste û endama Desteya Rêxistina Serbixwe ya Jinan a Kelarê Dinya Ehmed wiha got: “Tundî û destdirêjiya li dijî jinan bi gelek şêwazan li herêma Kurdistanê zêde dibe. Li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê tundî heye. Ji ber wê jî çalakvan ji bo jiyana bi aram û dûrî tundiyê ji bo jinan têdikoşin. Her wiha em çalakvan li Kelarê ji bo hişyarkirina jinan her dem hewl didin. Lê belê hemwelatiyên herêma Kurdistanê û navêçeyan hewl didin karê me sabote bikin. Em ji bo jinan û pêkanîna jiyana bi aram hewl didin, armanca me hevjiyana azad e. Em dixwazin jin xwe di pileya duyem de nebînin. Ji ber wê divê nêzikatiyên beramberî jinan werin guhertin û di cihên kar û dam û dezgehan de wekî pileya duyem nêzî jinan nebin.”
‘Divê jin mafê xwe bizanin’
Dinya Ehmed da zanîn ku cureyek din a tundiyê ew e ku jinan neçarî xwekuştinê dike û wiha got: “Em ber bi sala 2026’an ve diçin, heta niha jî zewaca zarokan heye. Ev jî cureyek tundiyê ye. Heta niha jî ji bo pirsgirêkên civakê jinan bi kar tînin û wan wekî amûr dibînin. Ji ber wê mixabin li gelek herêman jinên ku parastina mafên jinan dikin û dixwazin jin azad bibin rastî nêzikahiyên nebaş tên, hewl didin wan ji xetê derbixin. Em dixwazin jin cureyên tundiyê û mafên xwe binasin û li gel wê jî azad bin û bikaribin azadiya xwe bi kar bînin. Em fêrî jinan dikin ku ew xwedî maf û azadî ne. Her wiha divê em fêrî wan bikin ku çawa azadî û mafên xwe bi kar bînin da ku ji tundî û destdirêjiyê dûr bin.”
‘Di konê şînê de her yekê der barê kuştinê de çîrokek digot’
Dinya Ehmed da zanîn ku gotinek heye dibêje heta bûyerek bi serê te neyê fêm nakî û wiha got: “Gelek jinên me yên jîr û baş hene, ji bo parastina mafê jinan dixebitin. Xwişkek min ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, ez gelek baş kesên ku jinek ji malbata wan hatiye kuştin fêm dikim. Li bîra min e dema şîna xwişka xwe, ez li cihê şînê rûneniştim. Li malê min li nûçeyên kuştina jinan temaşe dikir. Di konê şînê de her yekê der barê kuştinê de çîrokek digot. Hema bibêje mirina xwişka min hat jibîrkirin, bala her kesê li ser sedemên kuştinê bû ji ber pirsgirêka malbatê hatibû kuştin. Dema pirs dikirin digotin ‘ji ber çi hate kuştin?’ Min fêm kir ku li gel kuştina jinek malbat jî tê kuştin. Çawa dibe ku jin bê kuştin? Miirov çawa dikare bikuje? Dema xeletî tê kirin, divê bedelê wê hebe, lê belê nabe bi kuştinê bedel bidin. Kujerên cînayetên jinan ji aliyê rayedarên herêmê ve tên parastin. Kujer piştî ku xwişka min kuşt, reviya Hewlêrê, piştre gotin ku li Hewlêrê yan Duhokê ji aliyê rayedarekê ve tê parastin lê belê bi hewldana me kujer niha cezayê muebetê girtiye. Tevî zagon hebin jî mirov dixwaze bi xwe ceza bike, ez hêvî dikim ku kes vê êşê nejî.”
‘Roj bi roj daneyên kuştina jinan zêde dibin’
Dinya Ehmed îfade kir ku ew jinên li goristana bênav, kes nizane kî ne û navê wan çi ye û ev tişt got: “Ji ber malbat cenazeyên xwe nagirin, jinên li wê derê hatine veşartin her roj tên kuştin. Her wiha roj bi roj daneyên kuştina jinan zêde dibin. Ji ber wê ne tenê rêxistina me, hemû rêxistinên jinan nikaribûne tenê rêjeya kuştinê kêm bikin, an jî bisekinînin. Rast e dikarin yek an du jinan rizgar bikin. Lê belê divê desthilatdarî û hikumet pêşî li bûyerên kuştinê bigrin. Ew jî encax bi riya zagon û destûrê be. Her wiha divê zagonên tund ji bi kuştinê derbixin da ku kujer cezayên giran bigrin.”
‘Perwerdeya malbatê gelek girîng e’
Dinya Ehmed di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema jinek rastî pirsgirêkan tê û berê xwe dide stargehên jinan li wê derê dîsa jinan radestî mêrên kujer dikin. Dema em werin ser mijara namûs û şerefê tenê ji bo jinan tê dîtin, wekî ku pêwistiya mêran bi nemûs û şerefê tunebe. Mixabin ev yek rastiyeke dijwar a civaka me ye. Perwerdeya malbatê gelek girîng e. Divê fêrî zarokên keç û kur bê kirin ku namûs û şeref ji bo herduyan e. Gelek tişt di perwerdeyên zarokan de hene ku bandorê li ser mezinbûna wan dikin. Ji ber wê dema kur rûnê û ji keçê re bibêjî here jê re avê bîne, tu fêrî wê keçê dikî ku tu ji bo xizmetkirina kur hatî dinyayê. Fêrî wî kurî jî dikî ku çi ji te re pêwist bû divê xwişka te ji te re bike. Wisa fêr dikin ku bira parêzvanên namûsê ne. Eve jî wisa dike ku jin rastî kuştinê bên. Ji ber wê nebûna perwerdeya bi tendurist di civakê de, dibe sedema kuştina jinan ji aliyê bav, bira û hevjînan ve.”
‘Divê jin bên hişyarkirin’
Dinya Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Avakirina komek li tevahî bajarên herêma Kurdistanê ji bo civînên bi aliyên pêwendîdar re pêwist e. Her wiha di rûbirûbûna tundiyê de divê zagon werin sererastkirin, da da bikaribin li navçe û bajarokan panel û semîner ji bo jin û mêran werin lidarxistin. Her wiha peyva azadî bi awayê rast bi hemwelatiyên herêmê bidin fêrkirin, da ku bikaribin civak û nifşê nû şiyar bikin.”