Piştî erdhejê îhtîmal fikar û guman

Piştî erdhejê îhtîmalên ku li ber çavan nehatine girtin, li gel hişyariyên tendirustiyê yên li herêmê ku weke, şewb, pirsgirêkên paqijiyê, pirsgirêkên ewlehiyê yên jin û zarokan em bi endama komîteya rêveberiya navendê ya SES’ê Eylem Kaya Eroglu re axivî.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Piştî herdu erdhejên ku navendê wan Mereş bû, 10 bajar veguherîn kavilan. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn, yên ku sax man hewl didin xwe bi jiyanê ve girê bidin. Ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve heta niha gel hemû bi heman rengî pirs kir got “Dewlet li ku ye” û vê pirsê hê jî berdewam dike. Yên ku di bin kavilên avahiyan de bi destên xwe kes û karên xwe derxistin, ji ber zû alîkarî nehatin di dema ku di bin kavilan de li benda alîkariyê bûn jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerin û rizgeriyê yên ku derneg dest pê kirin û zû bi dawî kirin û li pişt van hemûyan bi hezaran îhtîmal an jî guman di bîra hemû kesan de man. Ger hemû derfet bihatana bikaranîn wê ew wêneyê ku derketiye holê cuda bûya gelo? Ger dem derbas nebûya xwe bigihîjandana wê çawa bûye? Li vê derê em bibêjin ku hevgirtina gel, moralek baş daye mexdûrên erdhejê. Nexweşxane, saziyên civakê, avahî, gund li hemû cihên ku qîrîna ji bo alîkariyê bilind bûye, çima dewlet bê bersiv ma? Niha rewş çawa ye? Hişyariyên bi sernavên nexweşiyên şewb, pirsgirêka hîjyenê, pirsgirêka ewlehiya jinan û tiştên hatin jiyîn çi ne? Me bi endama komîteya rêveberiya navendê ya Sendîkaya xizmetên kedkarên civakî û tendirustiyê (SES) Eylem Kaya Eroglu re axivî.

Mînakên kesên ji bin kavilan derketin

Xebatên lêgerîn û rizgariyê di destpêkê de bû mijara rexneyê û ji bo kesên ku di bin kavilan de mabûn ji bo derbasbûna demê xemgîn bûn. Ev her çendî weke nîqaşên ku bi dawî bûne, xuya bikin jî newisa ye, li gelek cihan û bi taybetî li gelek gundan gelek avahiyên ku dest nedanê hene. Erdhejzede çiqas di jiyanê de dikarin bimînin? Bersiva van pirsan li gorî pisporan di şert û mercan de tê guhertin. Di dema hilweşînê de cihê mirovan, xwegihandina hewa, av şert û mercên hewa û ew kesên dibin kavilan 0de rewşa wan a fizîkî û derûnî ka wê çiqas bimîne di jiyanê de bandor dike. Li ser cîhanê mînakê wê gelek cuda ye. Gelek kes piştî felaketê 24 saet derbas dibe rizgar dibin. Lê belê piştî vê gelek di bin kavilan de bi saxî hatin rizgarkirin û gelek kesên ku hatine rizgarkirin hene. Tê zanîn ku di sala 2013’an di meha Gulanê de jinên di bin kavilên fabrîqayê de piştî 17 rojan hatine rizgarkirin. Carke din di meha Çileya 2010’an de li Haiti piştî erdheja ku bûye sedema mirina 220 hezaran zêdetir, di firoşgeha mêrek di bin kavilan de hat talankirin piştî 12 rojan bi saxî hat derxistin. Yek ji mînaka ku li Keşmîra Pakistanê jina 40 salî piştî 63 rojan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin heye. Jina bi navê Naksa Bibî ji bin kavilên metbexaxwe hat derxistin.

‘Dewletê derfetan bi kar neanî’

Eylem Kaya Eroglu bi bîr xist ku dewletê ji kêliya destpêkê ve derfetan bi kar neaniye û diyar kir ku ger derfet bihatana bikaranîn wê ji bin kavilên avahiyan gelek kes bihatana derxistin û got: “Ji destpêka erdhejê ve heta niha, derfetên ku nehatin bikaranîn weke kesên din me jî çavdêrî kir. Der barê vê mijarê de ez dikarim vê mînakê bidim hewldana parlamenterê CHP’ê Denîz Yavuzyilmaz li gel koma bi lez madenkeran ên ku ji karê di bin kavilande herî zêde bi tecrube gihandin Hatayê yan jî herêmên din ên erdhejê tê bîra we jî. Ev hewldan çiqas zor e divê ji bo van medenkaran bigihîjîne wê derê divê helîkopter û balafirên dewletê seferber bibûna, li cihê wê me hemûyan dît ku astengiya burokrasiyê hebû, her çendî vîncên dewletê hemû bi belge ne û fermî ne çima wan nexistin tevgerê em jî weke hemûyan mereq dikin. Ev welat bi sektora xwe ya înşaetê ve bi nav û deng e, ew amûrên ku herî zêde di sektora înşatê de tên bikaranîn ji bo rizgarkirina ji bin kavilên erdhejê tên bikaranîn. Li vi welatî di dema erdhejê de çima neketin tevgerê? Erê dewletê hemû derfetên xwe bi kar neanî. Ew malzemeyên ku bi dest werin dîtin dikaribûn bidin dilxwazan û tîmên lêgerînê, mixabin ev nehatin kirin.”

‘Dema lêgerîn û rizgarkirinê diviyabû dirêjtir bûya’

Eylem Kaya Eroglu destnîşan kir ku bi tevegrek hîn zêdetir dikaribûn mirovan rizgar bikirana û dibêje ku ev yek nehatiye kirin, birpirsyarên mirinê yên ku ev derfet bi kar neanîn der barê bidawîkirina xebatên lêgerin û rizgarkirinê de li gelek cihan hê tu xebat nehatine û wiha domand: “Di mijara zû bidawîkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de em dibînin 15 rojan jî sax mane. Ji bo ev pêk were gelek faktorên cuda hene, ji germahiya hewayê bigre heta xwarinê di hemû faktoran de guherîn tê dîtin. Em vê yekê dizanin piştî 15 rojan bi saxî jî ji bin kavilan hatine derxistin. Ev dem dikaribû dirêj bibe, çima ewqas ecele kirine em jî mereq dikin lê belê di nava wê demê de îhlal belkî ji ber hinek tiştan veşêrin û hesabê hinek tiştan dikin em dizanin, ji bo li ser rastiyan bigrin em dizanin zû xebatên lêgerîn û rizgariyê bi dawî kirin.”

‘Di erdhejzedeyan de nexweşiyan dest pê kirin’

Eylem Kaya Eroglu bal kişad ser piştî erdhejê metirsiya nexweşiyên şewbê û her çendî ku di vê der barê de hişyarî werin kirin kêm dimîne jî bi taybetî ev rewş di jinan de dibe sedema enfeksiyonên riya îdrarê û li kêleka wê spî dikevin sere mirovan û nexweşiyên îshal û gurî tên dîtin. Der barê rewşa heyî de wiha got: “Îro ji bo mexdûrên erdhejê hişyariya nexweşiyên şewbê hat kriin, li herêmê îhtîmala nexweşiyên şewbê gelek zêde ye. Kon, awayê danîna konan, şertên hîjyenê û di konan de gelek faktorên ku bibin sedema nexweşiyan hene. Kon pir nêzî hev in û di nava hev de ne, gelek qerebalix in. Ji bo yên xwedî pêwîstiyên taybet em dibînin rêkûpêkiyek nehatiye kirin. Komên kêmderfet hene, nexweş, ên ducanî, astengdar, nexweşên psîkîyatrîst hene, ji bo van qadeke taybet nehatiye fikirîn. Me dît ku ji bo tuwaletan jî tu rêkûpêkiyek nehatiye kirin. Me dît ew tuwaletên ku hene di aliyê paqijiyê de qet baş nîn in. Di van tuwalêtan de yan av nîn e yan jî amûrên din ên paqijiyê tune ne. Dîsa me dît ku hejmara serşûyan jî kêm e. Ger av û paqijî neyê kirin nexweşiyên gurî, spî yan jî îshal dê derbikevin, ev wê di pêvajoyên pêş de werin dîtin, rast e nexweşiyan dest pê kirine lê nebûye awayê şewbê.”

‘Li pêşiya me astengî heye’

Eylem Kaya Eroglu diyar kir ku li herêmên erdhejê xizmeta tendirustiyê nayê dayîn û da zanîn ku li herêmê gelek kes dibêjin ku navenda tendirustiya malbatan di erdhejê de hilweşiyane û li rûxmê hemû astengiyan kedkarên dilxwaz ên tendirustiyê çûne herêmên erdhejê û wiha domand: “Saziyek ku xizmeta tendirustiyê bike tune ye, em dixwazin xizmeta tendirustiyê ya parastinê ava bikin lê belê li pêşiya me astengî hene, em li ruxmê van astengiyan jî weke dilxwaz diçin konan. Em vê dizanin ku ji bo em bijîn divê xwe bi rêxistin bikin. Li gorôı welatên OECD ev der yek ji wan welatên ku hejmara bijîjk û perestaran lê herî kêm e. Lê belê li rûxmê vê kêmaniyê jî em hîn bûne karên zêde, em têrê nakin divê were zanîn, ji bo xizmeta tendirustiyê bi dest were pêşxistin divê bi me re hevkarî were kirin û koordînasyon were avakirin, pêwîstî bi me heye, niha divê li herêmên erdhejê koordînasyon hebin.”

‘Kedkarên tendirustiyê erdhejzede ne’

Eylem Kaya Eroglu amaje bi wê yekê kir ku kedkarên tendirustiyê jî di heman demê de mexdûrên erdhejê ne û şîna xwe jî nekirine û got: “Kedkarên tendirustiyê, şîna xwe jî negirtine û ji bo bixebitin zextan li wan dikin gazî wan dikin. Gelek tîmên dilxwaz hene ku dixwazin biçin herêmên erdhejê û tên sekinandin, dibêjin wan pêwîstî pê nîn e. Hê jî kedkarên tendirustiyê xwedî konek nîn in serê xwe bixinê û di nava wesayîdan de dimînin. Der barê vê yekê de hewldanên me yên li gel wezareta tendirustiyê û sendîkaye hene lê belê ev pirsgirêka wijdan e.”

‘Kon ji bo hemû cureyên îstîsmarê cihekî vekirîne’

Eylem Kaya Eroglu bal kişand ser rewşa jin û zarokan û wiha got: “Jin û zarok koma ku herî zêde ji erdhejê bi bandor bûne, di konan de ewlehiya jinan pêkanîn jî pirsgirêkek e. Bi taybetî li cihên tenha, em hê rastî nûçeyên tecawizê nehatine lê belê em nikarin bibêjin dê ev çênebe. Divê ji bo wê tedbîr werin girtin divê ewlehî were pêkanîn ji ber ev qad ji bo hemû îstîsmaran vekiriye. Divê der barê vê mijarê de bi taybetî baldariyek were nîşandan.”

‘Wezaretê zarokan neparast’

Eylem Kaya Eroglu der barê zarokên bê dayik û bav de axivî û got: “Ji bo zarokên bê dayik û bav pirsgirêkek cidî heye. Bi destê walîtiyê gelek zarok dane terîqetan, nûçe hene, ev nûçe jî nûçeyên ku hatine piştrastkirin in. Wezareta xizmeta civak û malbatê zarok neparastine, mafyayên organan zarokan direvînin, û teqîqat jî dibin sedem ku careke din zarok travmayan bijîn. Em dibînin ku daxuyaniyên der barê vê mijarê de tên dayîn kêm mane. Kes nabêje ka çi bi van zarokan hatiye. Em jî weke sendîka şopdarên vê mijarê ne. Em di qadên malbat û xizmeta civakê de bi rêxistinkirî ne. Di vê qadê de hevalên me yên xwedî erk in. Ji bo em hişmendiyê di nava civakê de ava bikin û bikevin tevgerê xebatên me hene. Em ê şopdarên hemû îhlalên hatine jiyîn bin. Li nexweşxenayan kedkarên tendirustiyê hene ku jiyana xwe ji dest dane û der barê mirina wan de wê gilî were kirin, em neçar in zextê bikin û tiştên hatine jiyîn tu caran ji bîr nekin, em neçar in jiyanê bi hev re bi rêxistin bikin.”