Piştî çar salan yekemîn xwendekarên zanîngeha Kobanê derçûn
Xwendekarên zanîngeha Kobanê yên ku yekemîn car derçûne kêfxweşiyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew bi saya xwîna leheng û qehremanan derçûn û îro xeyalên wan pêk hatine.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Di 30'ê Îlona 2017'an de Zanîngeha Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya demokratîk ve hat vekirin. Piştî çar sal şer û pevçûnan, cara yekemîn xwendekarên zanîngehê yekem car derçûn û di 28'ê Cotmehê de bi şahiyekê kêfxweşiya xwe anîn ziman. Di xewna hemû keç û xortên Kobanê de xewna vê rojê hebû. Di destpêka vekirina zanîngehê de tenê fakulteya zanist û wêjeya Kurdî hebûn, paşê sal bi sal êdî fakulte zêde bûn. 32 xwendekar ji beşa wêjeya Kurdî, fizîk, kîmya û peymangeha qesegehîn derçûn, ev xwendekar dê cihê xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de bigrin. Bi saya şehîdan û keda ku hatiye dayîn zanîngeh hat vekirin û deriyên xwe ji xwendekaran re vekir, bi pêşwazîkirina van xwendekaran re îro bi sedan kes berê xwe didin ber deriyê vê zanîngehê da ku bi zimanê dayikê biaxivin, binivîsin û bixwînin. Zanîngeh bi zimanê Kurdî di xewn û xeyalên her şehîdek de hebû. Di 28'ê Cotmehê de xeyalên şehîdan pêk hatin, li rex wê ku tu kes zimanê Kurdan napejirîne û ziman li her derê hatiye qedexekirin.
Di vê çarçoveyê de xwendekarên ku di sala çaran de derçûne nêrîn û hestên xwe ji ajansa me re parvekirin.
"Mirovê ku ked nede bi ser jî nakeve"
Emel Memo xwendekara beşa wêjeya Kurdî behsa kêfxweşî û zehmetiyan dike û wiha got: "Rast e di encama ewqas ked û ji bilî şerê ku li ser herêmê dihat kirin jî di dawiyê de me serkeftinek qezenc kir. Lê em ji bîr nekin li gorî kêmderfetiyan û zehmetiyên ku em wek xwendekar ji milê kadroyan ve û kêmasiyên ku derdiketin holê, dîsa jî me têkoşînek da meşandin heya ev xeyal pêk hatin. Belkî her kesê di xeyalên xwe de digot em ê bi ser bikevin lê di rastiyê de ev tişt nedihat bala tu kesê ji bilî wê jî tu kesê qîma xwe pê nedianî. Gelek kesan ji me re digotin hûn vala vala dixwînîn lê baweriya me ji gotinên wan mezintir bû, ya yekem ji ber ku zanîngeh bi zimanê me Kurdî bû, duyemîn jî ji ber ku zanîngeh ya me bi xwe bû, ev bi xwe cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Kê bawer dikir ku zanîngeh bi zimanê Kurdî bê vekirin û em jî di hundirê wê zanîngehê de cih bigrin. Ji bo min xeyal bû ew xeyal jî pêk hat. Ji bo min a girîng ew bû ku zanîngeh bi zimanê min e, rast e di sala yekemîn de bi hemû zimanan bû lê min xwe di sînorekî de nehişt. Ew astengiya zimanan min derbas kir. Di roja derçûnê de ez nikarim bi gotinek an jî peyvekê wê roja kêfxweşiyê bînim ziman. Ew roj belkî wekî roja rojbûna ji nû ve jidayikbûnê be yan jî roja serkeftinê be, ez wiha digrim dest."
"Em bûn mînaka yekemîn di zanîngeha Kobanê de"
Her wiha Şadîman Hisî beşa zanistî ya kêmya dixwîne wî jî teqez kir ku îsrara wan li beramberî zehmetî û kêm derfetiyan bi ser ketiye û wiha pêde çû: "Dema em ji koçberiyê hatin û derbasî Kobanê bûn, me bawer nedikir ku bi lez û bez zanîngeh bê vekirin û ewqas xwendekaran pêşwazî bike. Ruxmî ku sê tilte bajar hat rûxandin û gelek ziyan çêbûn û derfet kêm bûn. Em gelekî bi şans in ku me bi zimanê xwe zanîngeh bi dawî kir û bi taybetî di nava şer û pevçûnan de. Belkî gelek dewlet zanîngeha me bi awayekî fermî napejirînin. Ji bo min ne girîng e ku dewlet îtiraf bikin an na, ya girîng em bi xwe vê yekê qebûl bikin. Cara yekemîn bi tecrubeyek nû ev zanîngeh hat birêvebirin, lê derfetên me jî di milê kdroyan de hebûn lê me ew ast derbas kir. Di dema şerê Efrînê de gelek caran zanîngeh hat girtin, dîsa di 2019'an de di dema şerê Girê Spî û Serêkaniyê de dîsa careke din zanîngeh hat girtin û em bê xwendin man, her di nava demekê de em ji xwendina xwe bêpar diman, herî dawî jî vîrusa koronayê derket holê û gelek caran ji ber qedexeya giştî deriyê zanîngehê dihat giritn lê me xwendina xwe li ser înternetê digirt. Di her salê de şer derdiket û em bê xwendin diman lê dîsa jî me hêviyên xwe qut nekirin, vaye em îro gihîştin wan encaman."
"Roja derçûna xwe me diyarî pekrewanan kir"
Şadîman teqez kir ku ew deyndarên şehîdan in û roja derçûna xwe diyarî şehîdan kir û wiha domand: "Em gelekî kêfxweş in û ev kêfxweşî jî nayê wesifkirin, em deyndarên şehîdan in divê em deynê xwe bidin. Gava em di saziyan de bi awayekî baş ku tê xwestin bi erkên xwe rabin û rola jinan di wir de bidin meşandin wê demê belkî em hin ji wan deynan bidin û xwedî li keda şehîdan derkevin. Ji ber ku ne hêsan e zanîngeh bê vekirin û bi zimanê Kurdî jî ger ne ev şehîd bûna, îro ev zanîngeh tunebû. Rast e ked dayik û bavê me jî heye lê yekemîn şehîdên me ne. Me jî kedek da ber vê xwendinê lê deynê şehîdan li ser me heye. Em jî wê rojê diyarî şehîdan dikin û dibêjin em her tim serkeftinan bi dest bixin. Çar sal li ser hev xwendin ne hêsan e, keda ku me daye û hê jî em didin, dibe bersiv ji kesên ku zimanê me qebûl nakin re. Di roja derçûnê de em çûn goristana şehîd Dîcle û li wir me kumên xwe avêtin, ji ber ew roj ne ya me bû, ew roj ya wan şehîdan bû, me jî diyarî wan pakrewanan kir. Hêviya min heya ku her kes berê xwe bide vê zanîngehê û xwendina xwe temam bike, bi taybetî bi zimanê Kurdî ji ber ku zimanê me hebûn û nasnameya me ye."
"Bi îsrar û têkoşînê me encamên girîng bi dest xistin"
Herî dawî jî Silava Qeto xwendekara beşa qesegehîn ya peymangeh axivî û da zanîn ku 12 kes ji vî beşî derçûne û piraniya wan jin in û wiha bi lêv kir: "Piştî ku me ezmun kirin û şûnde, êdî kelecanek bi min re çêbû, hîngê ez kêfxweş bibim ez xemgîn bûm. Jixwe min hêviyên xwe ji serkeftinê qet qut nekirin, ji ber rewşa qedexeyê her derçûna me dereng dima ji bo wê jî ez di nava kelecanê de bûm, min nedizanî ez çi bikim ev hemû encamên kêfxweşiyê bûn. Zehmetiyên ku ez rastî dihatim, têgîn bûn bi zimanê Inglîzî bû, bi demê re me ew astengî û zehmetî jî derbas kirin. Di kêliya avêtina koman de min hemû astengî ji bîr kirin, tiştî herî xweş ku hejmara jin ji ya mêran zêdeti bû, her dema ku jin zana bin û xwe di zanistê de kûr bikin wê civakê jî bi xwe re zana bikin. Dema ku jin zana bin wê derdora wê jî zana bibin û civakeke exlaqî û polîtîk derkeve holê. Ji bo ez bi bijîşkan û gelê xwe re bibim alîkar min ev beş hilbijart. Ger derfet hebe ez ê di vê beşê de xwe kûrtir bikim û bi pêş bixim, ez tenê di vir de sînordar namînim, li rex vê ez beşeke din jî dixwînim ji bo ez di qalibekî de nemînim. Hêviya min heye ku malbat li pêşiya zarokên xwe nebin asteng, ji ber mirov çiqas zana bibe ewqas bi pêş dikeve, zanist fireh e divê em wê zanistê hîn bibin."