Pevçûnên li Xezayê didomin

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek xalên Şerîda Xezayê bombebaran kirin. Di pevçûnên ku berdewam dikin de zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji Lubnanê bi roketan êrişî Îsraîlê hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan - Piştî ku baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Qassam ragihand ku duh danê sibê êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê bi navê “Tofana Eqsayê” pêk anîn, bi hezaran roket ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û komên çekdar derbasî nav niştecihên herêmê bûn. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku bi dehan balafirên şer li ser Şerîda Xezayê êriş destpê kirine.

Pevçûn didomin

Pevçûnên di navbera komên Filistînî û artêşa Îsraîlê de ji duh ve li bajarê Xezayê didomin. Balafirên şer ên Îsraîlê gelek xalên Xezayê bombebaran kirin û ji herêmên hedef hatin girtin dûman bilind bû. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 232 kes jiyana xwe ji dest dane û  hezar û 697 kes jî birîndar bûne. Di çapemeniya Îsraîlê de hat ragihandin ku di êrişên baskê çekdar ên Hamasê de heta niha 300 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dane û hêjmara birîndarên li tevahiya welêt derketiye hezar û 590’î.

Ketina sotemenî û kelûpelan a Xezayê hat rawestandin

Îsraîl piştî êrişa bi navê “Tofana Eqsayê” ya duh ji aliyê Hamasê ve hat destpêkirin, biryara rawestandina ketina sotemenî û kelûpelan da. Di nûçeya rojnameya Yedîot Ahronot a ku li ser daxuyaniya Ofîsa Serokwezîr Bunyamîn Netanyahu hat weşandin de hat diyarkirin ku di civîna Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê de rêze biryar hatin girtin. Her wiha hat diyarkirin ku biryarên ku hatine girtin ji bo têkbirina hêza leşkerî ya Hamas û Cîhada Îslamî ye ku bi salan careke din gef û zererê nedin welatiyên Îsraîlê.

Polîsên Îsraîlî bi danîna xalên kontrolê li seranserê welat û bi taybetî jî li derdora Şerîda Xezayê kontrol zêde kirin.

Bersiva êrişa roketan a ji Lubnanê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Lubnanê êrişeke bi roketan li ser xaka Îsraîlê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku birca radarê ya artêşa Îsraîlê ku li hemberî bajarokê Şeba yê li başûrê Çiyayê Şeyh yê Lubnanê ye, hatiye hedefgirtin. Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li başûrê Lubnanê hin hedefên ku ji Lubnanê hatin avêtin bi topan hatin lêdan û diyar kir ku wan jî bersiva êrişa ji Lubnanê daye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekîneyên topavêj ên Îsraîlê li hedefên li xaka Lubnanê ku êriş lê hat kirin xistin.

Ji aliyê din ve di nûçeyên di medyaya herêmî ya Lubnanê de hat ragihandin ku herêma Kefr Şuba û derdora wê bi giranî hatiye lêdan.

Hîzbullah berpirsyariyê girt ser xwe            

Tevgera Hîzbullah a Lubnanê ragihand ku wan berpirsyariya êrişa li ser xalên leşkerî yên li ser sînorê Îsraîlê girt ser xwe. Daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Hîzbullahê ve hat dayîn di malpera Mayaden TV ya ku bi nêzîkbûna xwe ya bi rêxistinê re tê naskirin de hat parvekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hîzbullahê li Kefr Şuba ya ku girêdayî Lubnanê ye lê di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye êrişa li ser 3 xalên leşkerî girt ser xwe. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku êriş bi gelek top û roketan hatiye kirin.

Li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin

Li Îsraîlê piştî ku Hamasê bi roketan êriş kir û bi tîmên çekdar ketin hin cîwaran, li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin.