Pervîn Buldan: Em ê xeta têkoşîna ku gel dixwaze berdewam bikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku di serdanên cejnê de li Wanê civînan li dar xist, diyar kir ku ew ê tevî hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji wan dixwaze berdewam bikin.

Wan – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di çarçoveya bernameya pîrozbahiya Cejna Qurbanê de li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê serdana gel kir, cejna wan pîroz kir û bi gel re civiya. Pervîn Buldan geşedanên di rojevê de nirxand û got ku ew ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin. Pervîn Buldan di serdanan de ji ber beşdariya gel a hilbijartinê û piştevaniya ji bo Partiya Çepên Kesk spasiya gelê Qelqelî û Seravê kir.

‘Em ê tevî hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji me dixwaze ava bikin’

Pervîn Buldan da zanîn ku hilbijartin ji her warî ve ji bo her kesê pêvajoyek girîng e û got: “Me hedefek mezin danîbû pêşiya xwe lê em ji ber faşîzm û zextên AKP-MHP’ê bi ser neketin. Gelek xeletiyên me çêbûn. Em ê di her warî de li ser kêmasî û xeletiyên xwe bisekinin û nîqaş bikin.” Pervîn Buldan bal kişand ser xeta têkoşînek xurttir û got: “Em ê tevî hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji me dixwaze ava bikin. Em ê bi kongreya nû re xeteke nû ya têkoşînê bidin pêşiya xwe.

'Em ê xeteke nû ya siyasî ava bikin'

Pervîn Buldan diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê bi taybetî li ser Kurdan li dijî hemû pêkhateyên li welat polîtîkaya tunekirine dimeşîne û wiha got:

“Li pêşiya me hilbijartina xwecihî heye ku ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Di vê hilbijartinê de dê her kes di pêşbirkê de be û em di vê pêşbaziyê de pir girîngiyê didin Wanê. Em girîng dibînin, ji bo bidestxistina Wanê û hemû navçeyên wê êdî dest bi xebatên xwe bikin. Em ê li gorî daxwazên we bernamzed û namzedên hevşaredariyan diyar bikin. Hûn bixwazin kî bibe namzed, wê ev daxwaz deynê stûyê me be ku em bikin namzed.”

Pervîn Buldan anî ziman ku ew ê li dijî siberoja tarî ya desthilatdariyê ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk têbikoşin û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê di rojevê de ne û tecrîda li ser birêz Ocalan hê jî didome. Wekî din gelek hevalên me di girtîgehê de hene. Qeyûm tayînî ser şaredariyên me hatin kirin. Li dijî van hemûyan divê em zemîna mezinkirina vê têkoşînê li ser siberoja geş a Tirkiyeyê ava bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Buldan piştre çû navçeya Seravê û li wir beşdarî bernameya cejnê bû.