Dozgeriyê ji bo îfadeyê bang xwendekara aktîvîst Armîta Power kir

Aktîvîsta xwendekar a Zanîngeha Şehîd Medenî ya Azerbaycanê Armîta Paver, 3 roj piştî berdana xwe, careke din dozgeriyê gazî wê kir.

Navenda Nûçeyan- Konseyên sendîkayên xwendekar ên welat, ragihand ku aktîvîsta xwendekara biyolojiya molekulî ya Zanîngeha Şehîd Medanî ya Azerbaycanê Armîta Power, di 7’ê Hezîranê de piştî serdegirtina malan a hêzên ewlehiyê hatiye girtin û piştî çende rojan hatiye berdan.

Konseyên sendîkayên xwendekar ên welat jî ragihandin ku telefona destan a xwendekara aktîvîst hatiye desteserkirin û 10`ê Hazîranê careke din ji bo îfadeyê gazî wê kirine.

Konseyê diyar kir ku heta amadekirina vê raporê jî di warê, sedemên desteserkirin û sûcdariyên der barê xwendekara aktîvîst de tu agahî nehatiye girtin.

Armîta Paver beriya biha 9’ê Mijdara 2022’an di serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” de li ber Zanîngeha Şehîd Medanî ya Azerbaycanê hat girtin û piştî ku 39 rojan girtî ma di 17’ê Kanûna 2022’an de, ji girtîgeha Tabrîzê bi awayekî demkî bi kefaleta 250 milyon tumen hatibû berdan.