Pervîn Buldan: Em di Meha Îlonê de diçin kongreyê

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di axaftina xwe ya li Wanê de diyar kir ku dê di meha Îlonê de biçin kongreyê û got ku dê pêvajoyeke nû dest pê bike.

Wan- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Wanê di çarçoveya serdanên xwe yên cejnê de hevdîtinên xwe yên gel didomîne. Pervîn Buldan îro danê sibê çû bajarokê Erdîşê (Ercîşê) li vir beşdarî bernameya pîrozbahiyê bû.

Pervîn Buldan li Erdîşê axivî û xwest ku ev cejn bibe sedema aştî û azadiyê û wiha got: “Ji ber ku pêwîstiya welat bi aştî û azadiyan heye. Em di serdemeke ku zext, tundî û polîtîkayên înkarê yên ji rêveberiya heyî berdewam dikin de dijîn. Demeke dirêj e têgihiştineke wiha heye û ev feraset didome. Guhertina vê ferasetê, hişmendiyê, aştî û azadiya vî welatî bi têkoşînê pêk tê. Em bi berpirsyarî re rû bi rû ne ku em têkoşîna xwe ji cihê ku lê hiştiye bidomînin. Hilbijartinên 2023’an li ber me bû firsendeke mezin. Ji bo ku em vê firsendê bi dest bixin me hewldanek mezin da, lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li pêşberî me bi hemû derfetên dewletê hate desthilatdariyê. Em dibêjin hemû îmkanên dewletê, ji ber ku me ev yek di xebatên hilbijartinê de dît.  Medya dewletê, pere, dadwerî, artêş û giştî çavkaniyên bikaranîn.”

'HDP partiyeke ku doza girtinê re rû bi rû ye'

 Pervîn Buldan da zanîn ku AKP-MHP di hilbijartinan de ne tenê derfetên dewletê bi kar anîn, li dijî mûxalefetê bi taybetî jî li HDP'ê neheqî û bêhiqûqiyeke mezin kir û wiha gotinê xwe domand " Helbet di biryara me ya rawestandina dosyaya girtina HDP’ê de û neketina hilbijartinan bi navê HDP’ê û tercîhkirina Partiya Çep a Kesk, di biryara me de para mezin a AKP’ê heye.  Ji ber ku HDP partiyeke ku bi doza girtinê re rû bi rû mabû. Ger em bi HDP’ê re ketibana hilbijartinan, me zanîbû ku; Dê tavilê HDP’ê bigrin û biryara nehiştina hilbijartinê bidin. Lê belê li gorî soza ku me dabû gelê xwe, me got 'Em gelê xwe bê çare nahêlin' û me Partiya Çep a Kesk tercîh kir. Helbet kêmasiyên me hene. Me encama ku dixwest bi dest nexist. Ez dixwazim bibêjim ku di vê yekê de gelek faktor hene, wek tevlîbûna bi Çepa Kesk û rêbaza diyarkirina namzetan.”

 'Em diçin kongreyê'

 Pervîn Buldan, anî ziman ku di hevdîtinên xwe de kêmasiyên piştî hilbijartinê hatine jiyîn nirxand û wiha lê zêde kir, “Di vê mijarê de me biryarên nû girtin. Me diyar kir ku em ê bi van biryaran biçin kongreyê. Di kongreyê de wê pêvajoyek ku bi plansaziyeke nû û têgihiştineke nû, bi rûyên nû û giyanên nû ve bi vê pêvajoyê re rû bi rû bimîne, guhertin û veguhertinê bide destpêkirin. Dibe ku em ê di meha Îlonê de kongreya xwe li dar bixin û bi HDP’ê re berdewam bikin? em ê bi Çepa Kesk re bidomînin?, dê navê Çepa Kesk biguhere? Ev hemû niha di bin nîqaşê de ne. Me komîsyonek ava kir. Ev komîsyon xebatên xwe didomîne.

 Pêvajoya hilbijartinên herêmî dê dest pê bike

 Pervîn Buldan amaje bi wê yekê kir ku piştî kongreya meha Îlonê dê pêvajoyeke nû ya hilbijartinê destpê bike û wiha gotinê xwe bi dawî kir “Helbet hilbijartinên herêmî ji bo me hemûyan girîng e. Hikûmet dê careke din hewl bide hemû îmkanên dewletê bi kar bîne. Ji bo di van hilbijartinan de serkeftinên mezin bi dest bixin, bi xebateke baş, ji bo careke din hebûna xwe û têkoşîna xwe ya di vê têkoşînê de îspat bikin, bi namzetên xwe li her derê, bi taybetî li bajarên mezin ên hemû parêzgehan, em ê jî xebatên xwe bidomînin.

  Piştî axaftinan Pervîn Buldan derbasî navçeya Bêgirî bû û li vir jî xîtabî gel kir. Pervîn piştî cejna gel pîroz kir, piştre derbasî navçeya Ebex bû û li ber avahiya partiyê bi gel re hat cem hev.

 Pervîn Buldan dê sibê li navçeyên Qelqelî û Seravê beşdarî civînên gel bibe.