Ji bo hunermend Nûdem Dûrak banga navneteweyî

Gelek muzîkjen, derhêner û nivîskarên li seranserê cîhanê ji bo hunermend Nûdem Dûrak a bi hinceta ku stranên Kurdî gotiye hat girtin bang kirin û xwestin were berdan.

Navenda Nûçeyan- Hunermenda Kurd Nûdem Dûrak a li Girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M’yê girtî ye, bi hinceta ku stranên kurdî gotiye di sala 2015’an de hatibû girtin û di dosyayên ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” der barê wê de hatin vekirin de mehkûmê 19 sal cezayê girtîgehê hatibû kirin. Ji bo Dûrak ku di Koma Sorxwîn de vokalîstiyê dike, muzîkjen, derhêner û nivîskarên li seranserê cîhanê bang kirin û daxwaza berdana wê kirin.

Navên ku di nav wan de derhêner, nivîskar û muzîkjen jî hene, metnek ku ji Tirkiyeyê Asli Erdogan, Pinar Selek û Ece Temelkuran jî hene, bi daxwaza berdana Nûdem Durak îmze kirin.

Nûdem Dûrak ji ber fikrên xwe hat cezakirin

Di metna banga berdanê de hat diyarkirin ku Nûdem Dûrak ne endama rêxistinê ye û heke Nûdem Dûrak tevahiya vî cezayî bikşîne wê di 2034’an de were berdan. Di metnê de hat gotin ku Dûrak ji ber fikrên xwe hatiye cezakirin û hat destnîşankirin ku ew hunermend e. Di metnê de hat diyarkirin ku Nûdem Dûrak li ser beyanên şahidan hatiye girtin, wê xistine hepsê û wiha hat gotin: “Divê ku Nûdem Dûrak heta 2034’an di hespê de nemîne.”  

Îmzekarên metnê ev in:

Navên ku di metna îmzeyê de cih digrin wiha ne: Bryan Adams muzîkjen Kanada, Tunde Adebimpe muzîkjen DYA, Joseph Andras nivîskar Fransa, Ramin Bahrani derhêner Îran/DYA, Saleh Bakri aktor Filistin, Jeanne Balibar aktor Fransa, Frank Barat nivîskar Belçîka, Juliette Binoche aktris Fransa, Rachida Brakni aktrîs Fransa, Breyten Breytenbach nivîskar bAŞÛRÊ Efrîka, Eric Cantona aktor Fransa, Carmen Castillo derhêner Şîlî, Isabel Coixet derhêner Îspanya, Molly Crabapple hunermend DYA, Erri De Luca nivîskar Îtalya, Sara Driver derhêner DYA, Brian Eno muzîkjen Brîtanya Mezin, Asli Erdogan nivîskar Tirkiye, Annie Ernaux nivîskar Fransa, Peter Gabriel muzîkjen Brîtanya Mezin, Anouk Grinberg aktor Fransa, Robert Guédiguian derhêner Fransa, Annemarie Jacir derhêner Filistîn, Nicolas Jaar muzîkjen Şîlî, Jim Jarmusch derhêner DYA, Aki Kaurismaki derhêner Finlandiya, Talib Kweli muzîkjen DYA, Paul Laverty senarist Brîtanya Mezin, Ken Loach derhêner Brîtanya Mezin, Miriam Margolyes aktor Brîtanya Mezin, Emel Mathlouthi muzîkjen Tunus, Sepideh Moafi aktor DYA, Thurston Moore muzîkjen DYA, Tom Morello DYA, PEN Afrikaans Başûrê Efrîka, Charlie Reid muzîkjen Brîtanya Mezin, Arundhati Roy nivîskar Hindistan, Mark Ruffalo aktor DYA, Pinar Selek nivîskar Tirkiye, Shumona Sinha nivîskar Hindistan/Fransa, Ahdaf Soueif nivîskar Misir, Serj Tankian muzîkjen DYA, Ece Temelkuran nivîskar Tirkiye, Ana Tijoux muzîkjen Şîlî, Éric Vuillard nivîskar Fransa, Alice Walker nivîskar DYA.