Nîlofer Hamedî û Elaha Mihemedî Xelata Pênûsa Zêrîn a Azadiyê wergirtin

Xelata "Penûsa Zêrîn a Azadiyê" ji bo 2 rojnamegerên jin ên bi navê Nîlofer Hamedî û Elaheh Mihemedî yên li Girtîgeha Karçak a Varamînê tên ragirtin, hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Di Kongreya Medyaya Nûçeyan a Cîhanê ku li bajarê Taypeya paytexta Taywanê hat lidarxistin de, xelata "Penûsa Zêrîn a Azadiyê" ji bo 2 rojnamevanên Îranî Nîlûfer Hamedî û Elaheh Mihemedî ku ji ber nûçeyên rastên ên der barê qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewletê ve weşandin û ji ber cesaret û îradeya wan di rojnamegeriyê de li girtîgeha Karçak a bajarê Varamînê tên ragirtin re hat dayîn.

‘Bila hemû rojnamegerên girtî bên berdan’

Piştî xelata "Penûsa Zêrîn ji bo Azadiyê" ku ji Nîlofer Hamedî û Elaheh Mihemedî re hat dayîn, Seroka Kongreya Çapemeniya Cîhanê Martha Ramos diyar kir ku "Ev ji bo rojnamevanên Îranê çaremîn xelata azadiya pênûsa Zêrîn e” û wiha axivî: “Em ji bo şermezarkirina girtina rojnamevanên Îranê, ev cara çaremîn e ku li vê platformê soz didin. Em careke din dengê xwe bilind bikin û bidin zanîn ku dê hemû kesên li Tehranê dikarin me bibihîzin; Nîlofer Hamedî, Elaheh Mihemedî û hemû rojnamevanên girtî berdin. Bila li Îranê çapemenî heta dawiyê azad bibe."

Martha Ramos girtin û hepskirina Nîlofer Hamedî û Elaheh Mihemedî wek hewldaneke bêhêvî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo berterefkirina hemû bêzarî û hêrsa ku tepesandin, înkarkirina mafan û kontrolkirina vêgotinê ya salan didome ye pênase kir.

Martha Ramos, wiha got: “28’ê Cotmehê Wezareta Îstixbarata Îranê û Teşkîlata Îstixbaratî ya Arteşa Muhafizên Şoreşa Îslamî, rojnamevanan bi raporên xwe bi plankirina pêkanîna xwenîşandanên seranserî welat a sûcdar kirin û bi teşkîlata istixbaratî yên hêzên biyanî re ji bo têkbirina ewlekariya neteweyî ya Îranê komplo pêkanî û ev jî rasterast berovajîkirina rastiyê ye. Rejîma hov dixwaze vê yekê wek rastî bide nîşan dan.”

Martha Ramos balkişand ku hewldanên hikûmetê dê di dawiyê de bi ser nekeve û wiha got: "Tişta ku van her du jinên rojnameger kirin, tişta ku wek rojnamegeran dikirin bû. Gelê Îranê wê di înkarkirin û bindestiya desthilatdar, totalîter û mirovên ku rûmeta bingehîn a mirovahiyê de nemînin.”

Pênûsa Zêrîn a Azadiyê xelateke salane ye ku ji aliyê Komeleya Çapemeniya Cîhanî û Weşanên Nûçeyan ve di warê azadiya çapemeniyê de ji bo pîrozkirina çalakiyên awarte yên kesek, kom an saziyek tê dayîn e.

Nûçegihana Rojnameya Şergh Nîlûfer Hamedî di 22’ê Îlona sala borî de li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û birin Girtîgeha Êvînê. Nûçegihana ku yekem wêneyê Jîna Emînî ya di komayê de weşand, di dawiya meha Kanûnê de sewqî Girtîgeha Karçak a Varamînê hat kirin.

Nûçegihana rojnameya Ham Mîhanê Elaheh Mihemedî di 29’ê Îlona sala 2022’an de li Tahranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Rojnameger di 7'ê Sibata 2023'an de ji Girtîgeha Karçak a Varamînê sewqî 209'emîn qawîşa Girtîgeha Êvînê hat kirin. Piştî rojekê ji Girtîgeha Êvînê sewqî Girtîgeha Karçakê ya Varamînê hat kirin.

Xelatên ku rojnamevan Nîlûfer Hamedî û Elaha Muhammedî vergirtine

Xelata azadiya çapemeniyê ya Guillermo Cano îsal dan rojnameger Nilüfer Hamedi û Elaha Mohammadi ku qetilkirina Jîna Emînî kirin nûçe û weşandin û parêzvana mafê mirovan Nergîs Muhamedî.

Beriya niha Cemiyeta Rojnamegerên Alman (DJV) Xelata Azadiya Pênûsê ya sala 2023’ê da rojnamevana girtî Nîlûfer Hemedî ku yekem kes bû ku li Îranê qetilkirina Jîna Emînî ragihandibû.

Her wiha beriya nîha jî Federasyona Rojnamegerên Kanadayê ya ji bo Azadiya Derbirînê (CJFE) ku navenda wê li Kanadayê ye, "Xelata Azadiya Çapemeniyê" da rojnamevan Nîlûfer Hamedî û Elaha Muhammedî.