Pêkhateyên Hesekê: Hevpeymana Civakî hêvî û gavekî dîrokî ye

Pêkhateyên Bajarê Hesekê Kurd, Ereb û Suryanan teqez kirin ku Hevpeymana Civakî gaveke dîrokî ye û ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê hêvî ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di 12′ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ya ji 134 madeyan pêk tê erê kir. Pêkhateyên ku li ser bingehê paradîgmaya Netewa Demokratîk dijîn bal lê kişandin ku Hevpeymana Civakî ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hêvî ye, ji bo tevahî gelak gavekî dîrokî ye. Jinan destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ji bo tevahî gelan nimûneyê wekheviyê ye.

 ‘Hevpeyman bi nêrînên cihêreng hatiye nivîsandin’

Endama Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê Terfa Xilêf teqez kir ku hevpeymana civakî mafên jinan û destkeftiyên wan diparêze û wiha anî ziman: “Ev hevpeyman di dîrokê de cara yekem e. Bi îradeya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nivîsandin. Hevpeyman xwe dispêre azadiya jinan, wekheviya gelan û mafên pêkhateyan dixe bin temînatê. Li hemberî hişmendiya baviksalarî hişmendiyeke demokratîk esas digre. Em vê hevpeymanê pîroz dibînin ji ber ku hevpeymanek ji nêrînên cihêreng hatiye avakirin. Bi vê hevpeymanê dê mafên gelan werin parastin.”

‘Hevpeyman hêviya çareseriyê ye’

Endama Yekitiya Jinên Suryan Meha Şabo bal kişand ser parastina hebûna gelê Suryan di Hevpeymanê de û wiha got: “Di bendên hevpeymanê de zimanê fermî Kurdî, Erebî û Suryanî bû. Ev gaveke dîrokî ye ku em weke gelê Suryan bikaribin xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Ji ber ku xwedîderketina li zimanê dayikê xwedîderketina li nasnameyê ye. Di aliye din de gelê Suryan di hevpeymanê de bû xwedî şanseke dîrokî. Îro em dikarin xwedî helwest, çand û ziman bin û mafê me dê were parastin. Bêguman em ji tevahî bendên wê razî ne, ji ber ku her bendeke wê maf dide tevahî pêkhateyan. Em dibînin ku hevpeymana civakî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê hêvî ye.”

‘Em dixwazin hevpeyman ji bo tevahî gelê Sûriyeyê be’

Dayika Şehîd Dijwar Hesekê Siltanê Izo teqez kir ku hevpeymana civakî destkeftî û keda bi hezaran şehîdan diparêze û wiha axaftina xwe domand: “Ev 12 sal in şoreşa Rojava, Şoreşa Jinan dest pê kiriye, gelek deskeftî bi ked û fedakariya şehîdan hatine bidestxistin. Ev destkeftî bi yekitiya gelên herêmê çêbûn. Hevpeyman jî bi nêrîna hemû pêkhateyan hat nivîsandin û îmzekirin lewma em wê pîroz û serkeftî dibînin. Em vê gava pîroz li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz dikin û li tevahî malbatên şehîdan pîroz dikin û em dibêjin hevpeymana civakî ya ku xwe dispêre paradîgmaya Neteweya Demokratîk a azadiya jinan û civakê dê bibe model li tevahî cîhanê.”

Siltana Izo da zanîn ku di hevpeymanê de bendek heye ku derfetê dide guhertina hevpeymanê bi giştî, heke Sûriyeyî li ser destûreke demokratîk li hev bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sûriye bi pêkhateyên xwe yên rengîn tê zanîn. Em dixwazin ev hevpeyman ji bo tevahî gelên Sûriyeyê be. Em dixwazin her kes xwedî maf be. Êdî em ji hişmendiya yek al, yek çand û yek netew nefret dikin. Bila her kes xwedî li nasnameya xwe derkeve û mafên xwe bi dest bixe.”