Îsraîl êrîşê qampa penaberan kir: Herî kêm 70 kes jiyana xwe ji dest da

Îsraîl êrîşê sivîlên ku li qampa El-Magazî a Xezayê dimînin kir. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 70 kes jiyana xwe ji dest daye û dibe ku ev hejmar hîn zêdetir bibe.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê ên li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve destpêkir bê navber didome. Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de 20 hezar û 258 kes jiyana xwe ji dest dane û 53 hezar û 688 kes jî birîndar bûne. Hişyariya ji ber birçîbûna ku gihîştiya rewşa lezgîn 335 zarokên di bin 5 salî de bi mirinê re rû bir û ye hat kirin.

Herî kêm 70 kes jiyana xwe ji dest da

Artêşa Îsraîlê bi balafiran êrîş bir ser malen sivîlên ku di qampa penaberan El-Magazî dimînin. Tê diyarkirin ku di encama êrîşên hewayî de herî kêm 70 kes jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê Eşref el- Kudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku Îsraîl li qampa penaberan a El- Magazî ku hejmarek pir zêde sîvîl tê dimînin komkujî pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de 70 kes jiyana xwe ji dest daye û ji ber hejmarek zêde malbat li heremê ye dibe ku ev hejmar hîn zêdetir bibe.

Alîkarî bi paraşûtan hat avêtin

Li aliyek din artêşa Urdunê ragihand ku bi fermana Qralê 2’emîn Abdulah kesên ku li dêra Aziz Porphyrius  ya li taxa El- Zeytûnê ya girêdayî Zivala Xezayê asê manê bi paraşûtan malzemeyên alîkariyê şandiyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dêra Aziz Porphyrius ku di cîhanê de wek dêra herî kevin tê naskirin 800 Xiristiyanên Xezayî ên asê mane di şertên zor û zehmet de hewildidin bijîn. Di berdevamiya daxuyaniyê de hat gotin ku alîkariya mirovî û malzemeyên xwarinê bi paraşûtan hatiye avêtin.

Serdegirtina nexweşxaneyê

CNN dest bi parvekirina hûrgiliyên êrîşa ku artêşa Îsraîlê di 12ê Kanûnê de piştî dorpêçkirina Nexweşxaneya Kemal Advan a li Beyt Lahiya li bakurê Xezayê, ku zêdetirî hefteyekê berdevam kiribû parve kir. CNN bi manşeta malpera xwe êrîşa ku di cîhanê de deng veda xist rojeva cîhanê, tê de îdiayên ku cesedên nexweşên mirî bi wesayîtan hatine pelixandin, leşkeran Îsraîlê destûr daye ku kuçûk êrîşî zilamekî bi kursiya bi teker bike û  bi dehan doktor hatine gulebarankirin, her wiha di nûçeyê de tê gotin ku di dema operasyonê de gelek zarok kjiyana xwe ji dest dane.