Li Xezayê pergala tendirûstiyê hilweşiya

Di êrîşên Îsraîlê yê li ser Xezayê de nexweşxane û pergala tendirûstiyê tên hedefgirtin. Ji ber êrîş û tijîbûnê êdî nexweşxane xizmetê nadin.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên Îsraîlê yê li ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê heta niha berdewam dike de li gor daneyên herî dawî ên ku hatine parvekirin, hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 20 hezar û 258. Hêjmara birîndaran jî bûye 53 hezar û 688. Li herêma ku birçîbûnê weke çek tê bikaranîn mirov nikarin xwe bigihînin pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê.

Li Xeza mirovên ku dibin bombeyan de li hemberî birçîbûnê têkoşînê dikin nikarin xwe bigihînin ava paqij. Hemû ev faktor bi xwe re şewba ku bi taybet zarok jê bandor dibin aniye. Nexweşxaneyên ku dibin hedefa bombeyan hem tîm, hem kêmaniya derman û hem jî ji ber tijebûnê xizmetê nade. Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (WHO) ragihand ku sîstema tendirûstiyê a li Xeza bi temamî hilweşiyaye. 

Banga nexweşxaneya Sehra

Nexweşxaneya El-Ehli Baptist ku nexweşxaneya herî dawî bû ku xizmeta tedawiyê dida, ji derveyî xizmetê hatiye hêlan. Zanyariya ku êdî li Xeza nexweşxaneyak ku bi awayek aktif bixebite nemaye tê parvekirin. Nexweşxaneyên ku li başûrê Xeza jî ji ber bê derfetiyên tibî kêm dimîne. Tê îfadekirin ku sipartina kesên ku ji cihê xwe bûne li nexweşxaneyan, ji ber zêdebûna hêjmara birindaran rewşa li nexweşxaneyan ji kontrolê derketiye. Wezareta Tendirûstiya Xeza bang li saziyên navnetewî kir ku li herêmê nexweşxaneya Sehra ava bikin.

Qeyrana avê berdewam dike

Li aliyê din li herêmê ji ber pirsgirêka ava paqij nexweşî bi lez belav dibin. Bi teybet nûçeyên derbarê zêdebûna nexweşiyên enfeksyonê tên parvekirin. Ji destpêka êrîşan heta niha rewşa jinên dû canî di nûçeyan de diteyise. Li Xezayê nêzî 50 hezar jinên dû canî hene û her roj 180 zarok ji dayîk dibin. Lê belê jin û zarok jî xizmeta tendirûstyê nagrin. WHO da zanîn ku li Zîvala Xezayê hilweşîna pergala tendirûstiyê trajedî ye.