Êrişên dewleta Tirk didome: 8 welatî jiyana xwe ji dest dan

Dewleta Tirk ji 23’yê Kanûnê ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di êrişan de heya niha 2 jê jin 8 welatî jiyana xwe ji dest dan, 13 welatî birîndar bûn.

Qamişlo – Dewleta Tirk ji 23’yê mehê ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dewleta tirk di êrîşan de saziya kar û barên giştî, saziya çandiniyê, saziya çapxane, saziya temirkirina erebeyan, kompanyayê xizmetguzarî, nexweşxane, navenda avahî û kargeha xwarin û hilbêrîn ên nîsk, zeytûn û pembû kiriye armaca êrîşan. Di encama êrîşan de heya niha 2 jê jin 8 welatî jiyana xwe ji dest dan, 13 welatî jî birîndar bûn.

Dewleta tirk di êrîşa xwe ya 23’yê Kanûnê de şev demjimêr 22:15’an de êrîşî stasyona petrolê ya li gundê Bana Şikeftê yê herêma Koçerat a Bajarê Dêrîkê ya Kantona Cizîrê bombebaran kir û stasyon ji xizmetê derket. Bana Şikeftê stasyona herî mezin a petrolê li Koçeratê ye.

Di heman dîrokê de ango 23’yê Kanûnê de bi şev dewleta tirk li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê stasyona Petrolê ya Seîda ya li nêzî gundê Girdmê 3 caran bombebaran kir. Her wiha stasyona Ewda ya petrolê carekê bombebaran kir. Di heman wextê de kargeha plastîkê ya li Başurê navçeyê ya nêzî benzînxaneya Şaboyê bombebaran kir. Di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû.

Îro jî dewleta tirk danê siharê li navenda bajarê Kobanê bombebaran kir û di encamê de şirketa Ehmed Temîr a temîrkirina erebeyê armanc girt û di vir de 2 kes birîndar bûn. Di heman rojê ber bi êvarîn demjimêr 15:00 de dewleta tirk 4 caran êrîşî nexweşxaneya miştenûr a bajarê Kobanê kir.

Di heman wextê de dewleta tirk danê siharê bi balafirên bêmirov êrîşî taxa Ela ya bajarê Qamişlo kir. Her wiha şirketa înşaatê jî armanc girt. Di heman demê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov matbaya Sîmav ya bajarê Qamişlo du caran hedef girt. Her wiha fabrikaya çîmento jî aramnc girt. Di heman demê de êrîşî stasyona trenê li bajarê Qamişlo kir armanc girt. Di heman rojê ber bi êvarîn dewleta tirk stasyona petrolê ya bajarê Qamişlo bombebaran kir.

Dewleta tirk di heman demê de bi topan êrîşî gundê Birçiqasê û Meyasê ya navçeya Şêrewa ya girêdayî Efrînê jî topbaran dike.

Di heman wextê de li navçeya Amûdê sala dawetê ya Kerem jî hate armanc kirin. Şirketa zeytûna Rohat û ya nîskê li navçeya Amûdê hate armanc girtin.