Çalakiya Nobetê bi dewirgirtina koma 32’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 32’emîn didome.

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 32’emîn, bi biryardariyek xurt didome.

Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 31’emîn mamoste Mistefar Nerexî axivî.

‘Berxwedana gêrîlayan bersiva herî mezine ji dijminên gelê Kurd re’

Mistefar Nerexî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çalakiya gêrîlayên azadiya Kurdistanê nîşaneya berxwedana gelê Kurde û wiha got: “Çalakiya ku şervanên azadiyê li Zap, Xakurkê û Behdînan pêkanîn, ev nîşaneya berxwedan û têkoşînê ya roja me ya îro li beramberî hemu teknîk, teknolojî, êrişên helandin û tunekirinê bi hêza şerker ya gêrîlayan bersiva herî mezine ji dijminên gelê Kurd re. Bê guman li beramberî vê çalakiyê û hemû destkeftiyên gelê Kurd ku niha li Rojava rêveberiyên xweser yên ku hatine avakirin, kirina armanc, ne jin, ne zarok, ne jî kal hemu qismên civakê û destkeftiyên civakê yên bi keda hezaran şehîdan hatîn bidestxistin têne armanc kirin.”

‘Divê em ji her demê zêdetir li mîrasa xwe ya berxwedanê xwedî derkevin’

Mistefar Nerexî destnîşan ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê sûcê şer dike û got: “Bê guman ev êriş ne yên destpêkê ne û li hember van êrişan divê em hemu jî yek deng bin û divê em dengê bigihînin dewletên ku wek qaşo xwedî li mafên mirovan derdikevin û xwe xwediyê demokrasiyê dibînin de mafên mirovan têne binpê kirin. Mirovên ku têne qetil kirin hene, bi dehan birîndar û şehîd hene. Ji bo vê em êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li beramberî destkeftiyên Rojava şermezar dikin. Bê guman ev êriş wê negihin armanca xwe. Li hember destkeftiyên gelê Kurd, hebûna gelê Kurd bê tehemuliya dewleta Tirk gihiştiye radeya herî bilind. Ji bo vê çendê divê em ji her demê zêdetir li mîrasa xwe ya berxwedanê xwedî derkevin. Divê em li her qadê her cihî berxwedana tê meşandin pîroz bikin û asta berxwedanê bilind bikin heta ku em digihin azadiya fîzîkî ya Rêbertî.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.